Berpirsekî Hikûmeta Almanyayê: Divê koçberên ji Belarûsê hatine dersînorî Rwandayê bên kirin

16 demjimêr berê
Hêmin Ebdullah
Koçberên li ser sînorê Belarûs-Polonyayê/Wêne: AFP, Arşîv
Koçberên li ser sînorê Belarûs-Polonyayê/Wêne: AFP, Arşîv
Nîşan Almanya Belarûs Dersînorkirin Rwanda
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Komîseriya Federal a Koçberiyê ya Almanyayê ragihand, divê koçberên ku ji Belarûsê çûne Almanyayê dersînorî Rwandayê werin kirin.

Joachim Stamp di kabîneya Olaf Scholz de wekî komîsyon erkekî taybet wergirtiye û çavdêriya rêkeftina aliyên beşdar ên di hikûmetê de li ser siyaseta koçberiyê dike.

Stamp, Rûsya û Belarûs tawanbar kir ku ew hîn jî plan dikin koçberan ji Sûriye, Îraq û Efxanistanê bişînin Yekîtiya Ewropayê.

Lewma ew ji hikûmeta xwe dixwaze ku koçberên ku bi rêya Belarûsê derbasî Ewropayê bûne vegerînin an jî dersînor bikin.

Hikûmeta Brîtanyayê beriya niha xwestibû ku koçberan bişîne Rwandayê lê plan têk çû û hat betalkirin.

Yek ji sedeman jî ew bû ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi biryarê razî nebûbû.

Gotinên Joachim Stamp heta niha bertekeke mezin li dû xwe neaniye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst