Polonya êdî ji berê kêmtir vîzeyê dide

Dusseldorf (Rûdaw) - Polonyayê, di nîvê yekem a îsal de li gorî par ji sedî 31 kêmtir vîze hatin dayîn.

Yek ji çîrokên ku îsal bû manşet, skandaleke li Wezareta Karên Derve ya Polonyayê bû.

Hin rayedar û konsulxaneyan bêyî pêvajoyeke zelal vîze firotibûn kesên ji derveyî Yekîtiya Ewropayê.

Polonyayê îsal 203 hezar û 810 vîze dan, li gorî amarên fermî sala borî heta nîvê salê 295 hezar û 892 vîze hatibûn dayîn.

Polonyayê dayîna vîzeya xwendinê jî guhertiye û xwendekarekî ku nikaribe îsbat bike ku li welatê xwe yan welatekî din mezûnê zanîngehê ye, mafê xwendin û mayîna li Polonyayê jê re nayê dayîn.