Li Almanyayê kesek hat desteserkirin: Bi kêrê gefa kuştinê li polîsan xwar

Dusseldorf (Rûdaw) - Li rojavayê Almanyayê kesek li navenda polîsan ji ber ku bi kêrê gefa kuştinê xwar hat desteserkirin.

Êrişkar kesekî 29 salî ye û bi eslê xwe ji Albanyayê ye.

Li bajarê Linzamrainê yê di navbera Koblenz û Bonnê de saet 14:40an bi kêrê çû navenda polîsan.

Polîsan diyar kir ku wî çend caran gotiye “Allahû Ekber” û daye zanîn ku ew dixwaze polîsan bikuje.

Polîsan deriyên navendê girtibûn, êrişkar xwestibû veke lê bi ser neket.

Piştre hêzên taybet sewqî cihê bûyerê hatin kirin û gumanbar hat desteserkirin.

Mufetîşên polîsan flamayeke DAIŞê ya ku li ser dîwarê odeya wî kesî hatibû neqişandin dît.

Vê bûyerê piştî wê yekê rû da ku meha Tebaxê li bajarê Sollingenê yê rojavayê Almanyayê kesekî bi kêran sê kes kuştin ku êrişkar penaberekî Sûriyeyî bû.

Roja pêncşemê jî, li nêzîkî Konsulxaneya Îsraîlê ya Munîhê kesek bi guleyên polîsan hat kuştin ku tê gotin ew jî kesekî radîkal be.