Şaredarê Nashvilleyê: Hewlêr ji hemû bajarên ku em pê re destexwişk in taybet û girîngtir e

07-09-2023
Diyar Kurde
Şaredarê Nashvilleyê John Cooper û Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw
Şaredarê Nashvilleyê John Cooper û Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw
Nîşan Nashville Destexwişk Hewlêr
A+ A-

Şaredarê Nashvilleyê ya Amerîkayê ku wek “Kurdistana Biçûk” jî tê naskirin diyar kir ku Hewlêr yekem bajarê Rojhilata Navîn e ku bi bajarê wan re peymana destexwişktiyê îmze kiriye.

Şaredarê Nashvilleyê John Cooper li ser destexwişktiya Hewlêr û Nashvilleyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

“Li çaraliyê cîhanê bajarên me yên destexwişk hene lê ji wan bajaran xelk li vir nîne.

Dibe ku pêwendiyên me yên dîrokî hebin, mîna Amerîka û Ewropayê an jî bi Rojhilata Dûr re.

Hewlêr yekem bajarê Rojhilata Navîn e û ti ji wan bajaran bi qasî xelkê Hewlêrê xelk ne li vir e.

Ji ber vê yekê bajarekî pir taybetî ye û ji hemûyan girîngtir e.”

Rûdaw: Berî her tiştî, dema ku tu alaya Kurdistanê li pişt xwe dibînî, hesteke çawa dide te?

John Cooper: Ez gelekî serbilind im, ez bi Nashvilleyê serbilind im ku Kurdan ew jixwe re kiriye mal. Niha demeke girîng e ku em bibin destexwişka Hewlêrê li vir li Amerîkayê.

Ji ber vê yekê em dixwazin pêşwaziya her Kurdekî li seranserê cîhanê bikin ku werin serdana me û bibînin ku çi bajarekî me yê xweş heye. Em serbilind in ku li pireke bi van rengan dinêrin ku li Amerîkayê ew kiriye Kurdistaneke biçûk.

Rûdaw: Berî demekê te çûyî Kurdistanê, we li wir çi dît, ne şaş bim li gelek cihên cuda geriyayî?

John Cooper: Cihên cuda bûn lê dizanî, dîrok, gel, germahî û mêvanperweriya wan gelekî taybet e. Nashvilleyê bixwe 250 salî ye lê em serbilind in ku Kurd li vir in û civakeke mezin ava kiriye. Nashville bi wan serbilind e, çand û xwarina me bi dostên me yên Kurd re dewlemendtir e.

Rûdaw: Ez pirsa xwe ya dawî dikim, ez wiha dizanim ku çend destexwişkên we yên din jî hene, nêzîkî dehan e. Ew ferqa ku li Hewlêrê heye çi ye, ew cudahiya çi ye ku li Hewlêrê heye û li bajarên din nîne?

John Cooper: Hewlêr gelekî girîngtir e ji ber ku Kurdên me pirtir in, destexwişkên me li seranserê cîhanê hene lê ji wan bajaran gelek kes li vir nînin. Dibe ku pêwendiyên me yên dîrokî hebin, mîna Amerîka û Ewropayê an jî bi Rojhilata Dûr re.

Hewlêr yekem bajarê Rojhilata Navîn e û ti ji wan bajaran bi qasî xelkê Hewlêrê xelk ne li vir e. Ji ber vê yekê bajarekî pir taybetî ye û ji hemûyan girîngtir e.

Rûdaw: Tu yê careke din serekî li Kurdistanê bidî?

John Cooper: Belê, ez dixwazim vegerim, me li wir demên xweş derbas kirin.

Ez Amerîkiyan teşwîq dikim ku biçin dîroka rasteqîn bibînin. Dîroka rasteqîn a ku li wir heye, mêvanperweriya wan başûriyan tîne bîra min. Li Amerîkayê başûrî bi mêvanperweriya xwe bi nav û deng in, herwiha Kurd jî bi heman awayî ne.

Rûdaw: Gelekî spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst