Albanya hemû dîplomatên Îranê dike derê

07-09-2022
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Albanya Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Albanyayê, ji ber êrîşên sîber bidawîbûna peywendiyên dîplomatîk bi Îranê re ragihand û ferman da hemû dîplomat û karmendên balyozxaneya Îranê ku di nav 24 saetên bê de ji wî welatî derkevin.

Serokwezîrê Albanyayê Edi Rama ev biryara welatê xwe aşkere kir û diyar kir, ew biryar ji ber êrîşên sîber ên Îranê bo ser saziyên dewletê yên Albanyayê hatiye dan.

Li gor nûçeyekê ku medyayên Albanyayê belav kirine, hikûmeta Albanyayê îro Çarşembê Balyozxaneya Îranê ya li Tîrana ya paytexta wî welatî agahdar kiriye, wek bersivek li beramber êrîşa sîber bo ser saziyên hikûmeta wî welatî, wan biryar daye ku hemû peywendiyên xwe yên dîplomatîk bi Îranê re rawestîne û dîplomatên Îranî li welatê xwe bikin derê.

Beriya demekê saziyên îdarî û yên hikûmeta Albanyayê rastî êrîşên sîber hatin û hatiye ragihandin, piştî lêkolînan derketiye holê ku Komara Îslamiya Îranê li piştî wan êrîşan bûye.

Ajansa Reuters ji zarê Serokwezîrê Albanyayê Edi Rama belav kiriye, ku hikûmeta Albanyayê 24 demjimêr muhlet daye hemû dîplomat û fermanberên balyozxaneya Îranê daku axa Albanyayê biterikînin.

Heta niha Wezareta Derve ya Îranê têkildarî mijarê daxuyanî nedaye û ti rayedarekî Îranî li hember wê biryara hikûmeta Albanyayê bertek nîşan nedaye. Lê belê ajansa femrî ya hikûmeta Îranê ew nûçe belav kiriye û ragihandiye, Albanyayê rê daye rêxistina Mucahidînê Xelq ku li ser axa wê çalakiyan li dijî Îranê bike.

Ji sala 2016 ve binkeya sereke ya rêxistina Mucahidînê Xelq a Îranê ji Iraqê ve bo Albanyayê hatiye veguhestin û nêzîkî du hezar endamên wê rêxistina opozisyona Komara Îslamiya Îranê li wî welatî hatine bicihkirin.

Ji wê demê ve têkiliyên navbera Îran û Albanyayê aloz bûne.

Piştî ku Albanyayê bi fermî Îsraîl nas kir û derbasî nav mîhwera welatên rojavayî bû û li dijî Îranê sekinî, têkiliyên navbera herdu welatan sar bûn.

Albanyayê di sala 2018 de Îran bi hewldan bo encamdana êrîşên terorîstî li wî welatî tohmetbar kir û balyozê Îranê kire derê, lê Îranê red kir û ragihand, hikûmeta Tîranayê di bin givaşên Amerîka û Îsraîlê de bi awayekî nerast Tehranê tohmetbar dike.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst