Netewên Yekbûyî: Ji 10 kesan li cîhanê 9 kes hewaya pîs hildimjin

Hewlêr (Rûdaw) - Îro yekemîn konferansa navdewletî ji bo pakkirina hewayê, bi navnîşana (Roja Hewaya Pak ji Bo Esmanê Şîn), tê encamdan û Neteweyên Yekbûyî jî di derbarê pîsbûna jîngehê de hişyariyê dide û dibêje, niha li cîhanê ji 10 kesan 9 kes hewaya pîs hildimjin

Pîsbûna jîngehê wiha kiriye ku Neteweyên Yekbûyî, bîr li rojekê bike, ku ji bo parastina ezmanê şîn û hewaya pak, diyar bike.

Ev hewl ji bo pakirina zeviyê, beşek e ji armancên Konferansa Parîsê ya taybet bi guherîna keşûhewayê.

Îro 7ê Îlonê, yekem konferansa navdewletî ji bo pakirina hewayê, bi navnîşana Roja Hewaya Pak ji Bo Esmanê Şîn, tê encamdan.

Neteweyên Yekbûyî, haydariyê dide, ku pêwîstiya paşerojeke baştir bi pabendbûna hemû welatên cîhanê ye, ji ber ku niha li cîhanê ji 10 kesan 9 kes hewaya pîs dikişînin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Antonio Guterres dibêje, niha cîhan li ber du krîzên mezin e, pandemiya Coronayê û guherîna keşûhewayê.

Antonio Gutierrez dibêje: "Ji bo bidestanîna armancên Konferansa Parîsê, weke çawa zanist ji me re dibêje, heta sala 2030, pîsbûna cîhanê heta nêvî kêm dibe, lewma pêwsît e hemû cîhan kar ji bo kêmkirina karbonê bike, ev ne zehmet e. Ez daxwazê li hemû welatên cîhanê dikim, bi taybetî welatên G20, heta sala 2050î, hemû dest ji karbonê berdin."

Guterres dibêje, niha cîhan li ber du krîzên mezin e, petaya Koronayê û guherîna keşûhewayê. Herwiha dibîne ku heta hewa bi vî awayî be, êdî virus jî zûtir belav dibe.

Donald Trump, Serokê Amerîkayê ku welatê wî endamê G20 e, dibêje ez bi xwe alîgirê jîngehê me, lê em ne amade ne tiştekî ji bo pakirina hewayê bikin ku welatên din piştguh kiriye.

Donald Trump ragihand: "Baş e, ez bi xwe alîgirê mezin im û bi rastî jî alîgirê jîngehê me, lê divê em di wê yekê de bigihêjin, ku em van tiştan dikin û welatên din nakin, em jîngehê pak dikin û li ser me jî giran dibe, êdî ew tiştekî nakin. Ev hesareya me ya mezin heye, Çîn, Hind, Almanya, Rûsya û hemû cihên din, tê dîtin dûkelê cîhan girtiye, lê em gelekî bi awayekî baş karê xwe dikin. Na, em çaverê dikin heta ku ew jî kar ji bo pakirina vê hesareyê bikin."

Tirsa ji pîsbûna hewa û jîngehê, bi giştî wiha kiriye, di heftiya bûrî de, li piraniya welatên Ewropayê çalakvanên jîngehê, xwepêşandan û kombûn encam dane. Ew dibêjin, razî nabin projeyên mezin bibine cihê pîskirina bêhtir a zevî û keşûhewayê.

Ptrîk, çalakvanê jîngehê jî dibêje: "Divê em rûbirûyî serkirde û wezîran bibin, ji bo em piştrast bin ku hemû projeyên weberanînê, hemû pereyên ku di wan karan de, têne xerckirin, mijara keşûhewayê li ber çavan bigirin."

Zanayên di warê jîngehê de dibêjin, pîsbûna wê sedemeke sereke ye ji bo nexweşiyên dil, celte, penceşêra pişikê û gelek nexweşiyên din jî. Herwiha sedema mirina pêşwext a nêzîkî 7 milyon kesî salane, li cîhanê.