Amerîka: Divê hevpeymanî piştgiriya HSDê bike

07-09-2019
RÛDAW
Serokerkanê Amerîkayê ragihand ku Tirkiye nikare bi tenê Navçeya Aram kontrol bike
Serokerkanê Amerîkayê ragihand ku Tirkiye nikare bi tenê Navçeya Aram kontrol bike
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokerkanê Amerîkayê Joseph Dunford, ragihand ku daxwaza Tirkiyê ya kontrolkirina “navçeya aram” li Sûriyê bi tena serê xwe ne di berjewendiya herdu welatan de ye. Herwiha Dunford got ku di rewşa niha de ji bo HSD bikare dijî bermayên DAIŞê şerekî çalak bike pêdiviya wê bi alikariya Hêzên Hevpeyman heye.

Amerîka careke din glopa sor li pêş planên Tirkiyê derbarê Navçeya Aram li rojavayê Kurdistanê pêxist.

Piştî ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gefên ferzkirina navçeya aram ji aliyê Tirkiyê ve dubare kiribûn, Serokerkanê Amerîkayê Joseph Dunford, bersiv da û ragihand ku Tirkiye nikare bi tenê Navçeya Aram kontrol bike.

Di panelekê de li Konseya Peywendiyên Derve derbarê Sûriye û siyaseta derve ya Amerîkayê de, Dunford bersiva pirsekê derbarê Navçeya Aram de û egera êrîşeke Tirkiye bo ser bakurê rojhilatê Sûriye da û got: “Derbarê sînorê wê yê ligel Sûriyê de nîgeraniyên rewa yên Tirkiyê hene. Em berdewam ligel wan di diyalogê de ne, di hefteyên dawî de gelekî kar dikin. Li ser pêkanîna navenda operasyonên hevbeş li Sûriyê lihevkirin çêbûye. Eger heye ku ew bi xwe biçin Sûriyê, lê ev sûdê nagihîne berjewendiyên me yên hevbeş."

Dunford tekez kir ku di rewşa niha de ji bo HSD bikaribe dijî bermayên DAIŞê şerekî aktîf bike pêdiviya wê bi alikariya Hêzên Hevpeyman heye û got: "Ji bo parastina ewlehiya navçeyên ji terorîstan hatine paqijkirin pêwîst e hêzên xwecihî bên perwerdekirin. Pêdivî bi perwerdekerina hêzeke xwecihî ya 50 heta 60 hezar kesî heye."Di rewşa heyî de nîvê wê hêzê hatiye perwerdekirin."

Her derbarê Navçeya Aram de, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusi Akar ragihand ku roja yekşemê dewriyeyên hevbeş ên Amerîkî-Tirkî dê dest bi gera li navçeya aram bikin. Lê Berdevkê Pentagonê Sean Robertson ragihand ku ji bilî navçeya Minbic, tu dewriyeyên hevbeş di navbera Amerîka û Tirkiyê de li tu cihekî negeriyane.

Li gor zanyariyên berdest, hevtêgihiştina Amerîka û Tirkiyê li ser navçeyeke di navbera Girê Spî û Serê Kaniyê hatiye kirin. Tirkiyê navê rêkeftina navçeya aram lê dike, lê berpirsên Amerîkî navê mîkanîzmaya ewlekariyê lê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst