Penaberên Kurd ên li kampên Yûnanê di rewşeke xerab de dijîn

07-09-2019
Zinar Şîno
Jir ber nebûna cih, li derveyî kampê bi dehan kon hatine vedan
Jir ber nebûna cih, li derveyî kampê bi dehan kon hatine vedan
Nîşan Yûnan Kampa Penaberan Kurd Alan Kurdi
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li kampên penaberan ên Yûnanê bi hezaran koçberên Kurd jî dimînin. Li Kampa Morya a di navbera Yûnan û Tirkiyê de ku bo 3 hezar kesan hatiye amadekirin, niha 10 hezar kes tê de niştecih bûne.

Rûdawê rewşa penaberên li kampên li Yûnanê ji nêz ve dişopîne, xelkêli wan kampan ku hejmarek ji wan Kurd in, radigihînîn ku ew di şert û mercên gelek xerap de dijîn.

Li Kampa Morya a di navbera Yûnan û Tirkiyê de ku bo 3 hezar kesan hatiye amadekirin, niha 10 hezar kes tê de niştecih bûne.

Jir ber nebûna cih, li derveyî kampê bi dehan kon hatine vedan û di her konek ji wan de 10 heta 13 kes di rewşeke xerab de dijîn. Penaber jî weke goristan bi nav dikin.

Li nêzikî wê kampê goristaneke penaberên Kurd heye û tê de 60 Kurd hatine binaxkirin ku di rêya xwegihandina bo Ewropayê de, li Deryaya Egeyê an jî di encama bûyerên cuda de canê xwe ji dest dane.

Berpirsên Yûnanî rê bi medyayê nadin ku biçine nav kampên penaberan ên li wî welatî.

Penaberên bi navên Sûmeya û Matyasa ku xelkê Îranê ne û ev zêdetirî 4 sal in di rêyên penaberiyê de dijîn, ev du meh e di konekî di nav kampê de dimînin û diyar dikin ku ew di rewşeke xerab û dijwar de dijîn.

Di kampê de Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê jî hene ku hejmara wan li vê kampê kêm û dibêjin hejmara wan nagihije 150 kesan û diyar dikin her yek ji wan xwedî azmûneke tehl e.

Penaberê ji Rojavayê Kurdistanê, Mihemed Ehmed, dibêje, “Ez ji Efrînê hatim Tirkiyê, paşê ji wir derbasî Yûnanê bûm. Em bo heftiyekê hatibûn vê derê lêbelê niha heyameke dirêj e ku em li vir in.” Ehmed diyar dike ku ew di şert û mercên xerap de dijîn.

Ji sala 2016an ve nexweşxaneyeke Pîzişkên Bêsînor likampê heye, lêbelê tenê du pîzişk rojane kar dikin û bi sedan kesan jî pêwîstî bi wergirtina pîzişkî heye.

Endamê Rêxistina Pîzişkên Bêsînor, Marko Sandronî jî diyar dike ku ew li derveyî kampê ne û dibêje, ji bo agahdarbûna ji tenduristiya zarokan wan klînîkek pêk aniye. Ew pîzişk radigihîne, “Em xizmetgûzariya tenduristiya derunî jî pêşkêş dikin bi şêeyekî takekesî an jî grûp bo wan kesên ku ji ber rewşa xerap jiyana wan tuşî bûye. Bi taybetî di wê rêya dirêj de ew tuşî şoka derûnî bûn.”

Goristanek jî li wê deverê heye ku nêzikî 20 kîlometreyan ji kampê dûr e ku di rêya bo welatên Ewropayê de di deryayê de xeniqîne û ji ber ku ti kes li wan nepirsiye û li wan xwedî derneketiye, hatine binaxkirin.Ciwanek dibêje wî zêdetirî termê 150 kesan bi destên xwe şûştine û li wê goristinê veşartine ku bi gotina wî herî kêm 60 kes ji wan Kurd in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst