Henry Kissinger: Îran ji DAIŞê xetertir e

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê berê yê Derve yê Amerîkayê û siyasetmedarê navdar Henry Kissinger ragihand, Îran ji DAIŞê xetertir e.

Henry Kissinger ku çend roj berê ji radiyoya amerîkî ya bi navê National Public Radio re hevpeyvîn kiribû, diyar kir ku Îranê li Rojhilata Navîn de kok avêtiye û rewşa niha rê dide Tehranê ku împaratoriyê ava bike.

Kissinger anî ziman ku sînorên ku salên 1919-20 den hatine kişandin êdî hilweşiyane û wiha got:

“Vê rewşê wisa kir ku Îran bibe xwediyê hêzeke stratejîk. Lê ez ji vê rewşê ditirsim çimkî Îran ji DAIŞê xetertir û aloziya wê jî ji ya DAIŞê mezintir e.”

Wî siyasetmedarê amerîkî li ser bername û çalakiyên etomî yên Îranê jî got, xebatên etomî yên Îranê mirov dixin nav şikê çimkî ku Tehranê sozên ku derheqê bernameya xwe ya etomî de daye (welatên rojava) yek jî bicîh neaniye.

Wezîrê berê yê Derve yê Amerîkayê li ser DAIŞê jî axivî û got, rewşa Rojhilata Navîn ji ber DAIŞê aloz bûye lê ji ber ku DAIŞ rêxistineke şerûr û xwediyê hizreke agresîf e ji bona ku hebûna xwe bidomîne divê deverên zêdetir bixe destê xwe.

Henry Kissinger, li ser jêkirina serê rojnamevanên amerîkî ji aliyê DAIŞê ve û belavkirina dîmenên serjêkirin ê jî got, DAIŞ dixwaze bi van karên wisa xwe bihêz nîşan bide û peyama êrişên din bde.