Koçberên Kurd ên li Yunanistanê hatin rizgarkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê Komelaya Penaberên Vegeryandî ragihand ku koçberên Kurd ên ku îro danê êvarî keştiya wan li Yunanistanê metirsiya binavbûnê hebû hatin rizgarkirin.

Keştiyeke koçberên Kurd tê de bûn, li nêzîkî Girava Zakynthosê ya li başûrê rojavayê Yunanistanê qul bû.

Nûnerê Komelaya Penaberên Vegeryandî Pêşrew Ebdullah ji Rûdawê re got ku metirsiya binavbûna keştiyê hebû.

Ebdullah da zanîn ku di kesên di wê keştiyê de koçberên ji Rojhilatê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê bûn.

Pêşrew Ebdullah diyar kir diyar kir ku nêzîkî 70 koçberî di wê keştiyê de hebûn û got ku wan aliyê Yunanistanê ji rewşê agahdar kir.

Bi gotina Ebdullah hêzên deryayî yên Yunanistanê bi keştiyeke leşkerî bi hawara koçberan ve çûye û gihîştiye nêzîkî cihê keştiyê lê 2 saetan rawestaye.

Nûnerê Komelaya Penaberên Vegeryandî got ku paşê hêzên ewlehiyê ew koçber rizgarkirin û birin parêzgeheke wî welatî.