Amerîkayê hişyarî da Tirkiyeyê

Duh li 10:15
RÛDAW
Nîşan Amerîka Tirkiye Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Wezîrê Bazirganiyê yê Amerîkayê Matthew Axelrod ragihand ku wan derbarê bazirganiya bi Rûsyayê re hişyarî daye Tirkiyeyê û eger Tirkiye helwesta xwe neguhere dê were cezakirin.

Matthew Axelrod derbarê cezayên bi ser Rûsyayê de hatine sepandin ji Rojnameya Financial Timesê re axivî.

Alîkarê Wezîrê Bazirganiyê yê Amerîkayê Matthew Axelrod got:

“Me ji bo hinartina kelûpelên elektronîk ên Amerîkayê, bi taybetî yên ji bo berhemanîna çekan tên bikaranîn hişyarî dabû Tirkiyeyê.

Lê Tirkiyeyê guh neda hişyariya me. Eger em vê yekê bi awayekî zelal nebînin em dê ji neçarî cezayan bi ser wan de bisepînin.”

Axelrod got ku ji bo rawestandina hinardeyê di rojên dawî de li Enqere û Stenbolê bi berpirsên Tirkiyeyê re hevdîtin kirine û wan daxwaza tedbîrên tundtir kiriye.

“Dibe em Tirkiyeyê ceza bikin”

Axelrod herwiha got:

“Ji bo ku teknolojiya Amerîkayê bi awayekî neyasayî neçe Rûsyayê pêwîstiya me bi alîkariya Tirkiyeyê heye.

Divê em bibînin ku berpirsên Tirkiyeyê û pîşesaziya wan di vê mijarê de hinek gavan biavêje.

Eger berovajî bibe ji bilî sepandina cezayên cur bi cur ti bijardeyeke me nîne.”

Li gorî amarên Wezareta Bazirganiyê ya Amerîkayê piştî Çînê herî zêde Tirkiye berhemên elektronîk ên Amerîkayê hinardeyî Rûsyayê dike.

Ji aliyê din ve Wezareta Bazirganiyê ya Amerîkayê ji ber bazirganiya bi Rûsyayê re heta niha bi ser 18 kompanyayên Tirkiyeyê de ceza sepandine.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê jî ji ber bazirganiya bi Tirkiyeyê re bi ser hejmareke zêde ya kompanyayên Tirkiyeyê de ceza sepandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst