Li Bangladeşê Mihemed Yûnisê Xelata Aştiyê ya Nobelê hildaye bû serok

Hewlêr (Rûdaw - Li Bangladeşê piştî ku Serokwezîr Şêx Hesînayê îstefa kir û welêt terikand, Mihemed Yûnisê xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê bû serokê hikûmeta berwext.

Li gorî nûçeya Dhaja Trîbuneyê li Bangladeşa ku lê xwepêşandanên xwendekaran tên kirin kesê ku tayînê serê hikûmeta berwext bû diyar bû.

Rayedaran piştrast kir ku Mihemed Yûnisê xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê piştî civîna navbera Tevgera Dijberên Cudaxwaz ên Xwendekar û Serokomarê Bangladeşê Mihemed Şahabuddîn wekî serokê hikûmeta berwext hat destnîşankirin.

Rayedaran herwiha da zanîn ku endamên din hikûmeta berwext jî piştî îstişareyên bi partiyên siyasî re dê bên diyarkirin.