Sûriye li dijî serdana Pelosi ya Taywanê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Serdana Berdevka Koşka Spî bo Taywanê ya di destpêka vê mehê de, ne tenê berpirsên Çînê nîgeran kirin, her wiha karvedanên ji aliyê berpirsên Sûrî ve jî li ser serdanê hebûn ku Çînê wek welatekî hevpeymanê Sûriyê dibînin.

Parlamenterê Sûrî Nebîl Tumê got, “Xwendina me ji bûyerê re xwendineke dîrokî bi tevgerên Amerîkayê ve belgekirî ye. Amerîka li ser bingeheke dagîrkeriyê hatiye avakirin, siyaseta yek cemserî û çêkirina aloziyan li cîhanê.”

Destpêka vê mehê Berdevka Koşka Spî Nancy Pelosi serdana Taywanê kir û piştevaniya xwe ji bo serxwebûna Taywanê anî ziman ku Çîn wê wek beşek ji welatê xwe dibîne.

Çîn hevpeymaneke sereke ya hikûmeta Sûriyê ye û gelek caran VETO li dijî biryarên Encûmena Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî bikar aniye û rê li pêşiya danîna cezayan li ser Sûriyê girtiye.

Cîgira Serokê Yekîtiya Rojnamevanan li Sûriyê Raîde Weqaf anî ziman, “Em li Sûriyê dibînin ku Çîn welatekî ku serweriya wê li ser hamû welatê Çînê heye ku Taywan jî beşek e ji wê. Mafê Çînê ye berevaniyê di ber xwe de bike li dijî planên Amerîkayê. Tiştê ku Amerîka li Sûriyê dike an li Rûsya û niha jî li Taywanê, heman plan e, li Sûriyê samanên me, çand û dîroka me kir armanc.”

Di sala 1956an de peywendiyên dîplomatîk di navbera Sûriyê û Çînê de destpê kir û di sala 2008an peywendiyên bazirganî yên di navbera Çîn û Sûriyê de gihîşte 2.27 milyar dolarên Amerîkî.