Rewşa koçberên Kurd li Lîtwanya xerab e

07-08-2021
RÛDAW
Hejmarek penaber di girtîgehên Litwanyayê de ne
Hejmarek penaber di girtîgehên Litwanyayê de ne
Nîşan Lîtwanya Koçberên Kurd
A+ A-

Lîtwanya (Rûdaw) – Hin welatiyên ji Herêma Kurdistanê û Iraqê wek penbaer berê xwe dane welatê Belarûs û ji wir jî di hewldanê de ne derbasî Lîtwanyayê bibin di rewşeke gelek xirab de ne.

Nêzîkî hefteyekê ye Rûdaw rewşa koçberên li kampên Lîtwanya şopand. 4 hezar koçberên bi nasnamyên Iraqî li wan kampan e, %90 ya wan Kurd in. Ew daxwazê dikin ku rê bi wan bê dayîn sînorê Lîtwanya derbas bikin û xwe bigehînin welatên Yekîtiya Ewrûpayê.

Hikûmeta Lîtwanya rê nade ew koçber derkevin.  Di rewşeke xirab de ne. Hinek jin û zarok pêre ne û rewşa wan xirabtir e.

Li Lîtwanyayê kampa penaberan baran zêde bû, konên tijî av bû. Di her konekî de bi qasî deh kesan dijîn, tenê çend ji wan dikarin derkevin derve û yên din jî girtî ne.

Li gorî amarên Lîtwanyayê 4 hezar koçber ku li wî welatî 2700 ji wan ji Iraq û Herêma Kurdistanê ne.

Jineke Kurda Êzidî jî li girtîgeha koçberan dimîne û ew nikarin derbikevin û li benda çareserkirina dozên xwe ne.

Koçbera Kurda Êzidî ya  63 salî dibêje: “Em li Belarûsê 5 rojan man. Em her heft kes ji wê derê rêketin û şevek û du rojan di rê de man. Me êdî nekarî herin û me xwe radestî hikûmeta wî welatî kir. Em mehek e em di girtîgehê de ne. Em gelek aciz dibin. Em dixwazin destûrê bidin me da ku bikarin herin ji marketan pêwîstiyên xwe bistînin. Cilûbergên min nemane min hemû di rê de avêtin. Herwiha dermanên min nemane.”

Her kes li vir li aqûbeta xwe dipirse ku dê heta kengî bi vî rengî bimînin.

Derbarê mijarê de Cîgirê Wezîrê Karûbarên Derve yê Lîtwanyayê Mantas Adomenas dibêje: “Ew bi wê yekê ve girêdayî ye gelo wan daxwaza penaberatiyê kirine yan na, eger daxwaz nekiribin, dê bilêta vegerê bi wan bê dayîn, û eger daxwaz kiribin dê di proseyekî re derbas bibin ku hinek dem dixwaze. Lê bi giştî heta niha ti dozek nehatiye ber destê me ku hêjayî wê yekê be em mafê penaberatiyê pê bidin. Ji ber ku ji navçeyekê nehatine ku şer heye, lê navçeya wan aram e. Bila vegerin ser dosya penaberatiyê, dema dosya wan bê red kirin, wê demê sê bijardeyan li pêşiya wan datînin, yan veger bo welatê ku jê hatine, bê guman Bêlarûsya wan venagerîne û wê yekê napejrîne. Bijardeya duyem jî vegere bo Iraqê yan jî bijardeya sêyem ku rûbirûbûna dadgehê ye, ji ber çûna nav axa Lîtwanya û birîna sînorên wê bi awayekî ne yasayî, binpêkirina yasayan e, ti rêyeke din nîne.”

Li ser rewşa xirab û girtna koçberan jî Mantas Adomenas got: “Piştrast be, rê bi wan nayê dayîn ku biçin derveyî kampê ji ber ku ew bi nêtin biçin welatên din yên Yekîtiya Ewropayê û em jî dixwazin sînor biparêzin, heta ku proseya penaberiya wan neyê pesendkirin, divê ew di nav kampê de bimînin û nabe derkevin. Mixabin rewşa nav kampan xerab e û me bilez ew kamp ava kirine. Serokê Belarûsya bi hezaran koçber derbasî nav xala Lîtwanya dike, bi vê leziyê şiyana me ya avakirina cihekî baş tune ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst