Talîbanê navenda wilayeteke Efxanîstanê kontrol kir

07-08-2021
Şadiye Resûl
Şerê Efxanîstan û Talîbanê herî zêde zerar gihandiye xelkê sivîl ku bi sedan hezar neçar bûn mal û milkê xwe li bakurê welat bicîh bihêlin
Şerê Efxanîstan û Talîbanê herî zêde zerar gihandiye xelkê sivîl ku bi sedan hezar neçar bûn mal û milkê xwe li bakurê welat bicîh bihêlin
Nîşan Efxanistan Talîban Zaranj Nimruz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Efanistanê çekdarên Talîbanê paytexta wilayeta Nimruz bajarê Zaranjê kontrol kirin.

Li gor dîmenên hatine belavkirin çekdarên Talîbanê diçin nav bajarê Zaranj ê paytexta wilayeta Nimru û hêzên Efxanîstanê jî bajêr bicîh dihêlin.

Piştî şerekî giran, Tevgera Talîbanê kontrolkirina bajêr ragihand. Ew jî wek serkeftineke mezin bo Talîbanê tê hesabkirin, ji ber ev yekem car e di dema 20 salên derbasbûyî de navenda wilayetekê ji destê hêzên emnî yên Efxanîstanê bê derxistin.

Destpêkê hikûmeta Efxanîstanê red kir Talîbanê ew bajar kontrol kiribe û ragihand ku şer berdewam e, lê piştre Serokê Encûmena Parêzgeha Nimruzê serkeftina Talîbanê piştrast kir.

Serokê Encûmena Parêzgeha Nimruz Baz Mohammad Nasir dibêje: “Paytexta wilayeta Nimruz ketiye bin destê Talîbanê, ofîsa hakimê wilayetê, binkeya serekî ya polîs û hemû yekeyên îdarî yên bajêr ketine destê wan û ew navçe kontrol kirine.”

Talîbanê ragihandiye ku zerarê nagihînin xelkê bajêr û li ser torên civakî jî reqemên telefonê belav kirine daku karmendên hikûmetê û endamên artêşê ligel wan bikevin têkiliyê û xwe radest bikin.

421 yekeyên îdarî yên Efxanîstanê hene, zêdeyî nîvê wan ketine destê Talîbanê. Wek ev nexşe pêşan dide, navçeyên zer di bin destê hikûmeta Afxanîstanê de ne. Yên sor ji aliyê Talîbanê ve hatine kontrolkirin. Yên risasî jî ne di destê ti aliyekî de ne û hê yekalî nebûne.

Artêşa Afxanîstanê, bo rê li pêşketina Talîbanê bigre, êrîşên xwe yên esmanî zêde kirine.

Talîbanê jî ragihandiye ku wek tolstandina vê yekê berpirsên bilind ên hikûmetê dike armanc.

Roja Sêşema borî, Talîbanê êrîşî mala Wezîrê Berevaniyê yê bi wekalet ê Afxanîstanê kir û di encam de 8 kes hatin kuştin û 20ê din jî birîndar bûn. Roja Înê 6ê Tebaxa 2021ê jî, li Kabûlê Serokê Ofîsa Ragihandina Hikûmeta Efxanîstanê di êrîşekê de kuşt.

Şahidhalekî bûyerê Mahmood Sharifi jî got: “Ew ji otomobîla xwe ya gulenebir daket û li taksiyekê siwar bû. Ez bawer im ew û şofêrê taksiyê jî hatin kuştin. Ew xelkê ku ji bo nimêjkirinê li wir bûn hewl da êrîşkeran rawestînin, lê wan got, `bela xwe ji me vekin eger na we jî dikujin`.”

Di civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî de, roja Înê Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarê Efxanîstanê hişyarî da ku ew welat ber bi qonaxeke metirsîdar ve diçe û Balyozê Efxanîstanê jî li Neteweyên Yekbûyî daxwaz kir ku Talîban bê neçarkirin daku êrîşên xwe rawestîne.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Bo Karûbarê Efxanîstanê Deborah Lyons jî wiha axivî: “Efxanîstan niha di qonaxeke metirsîdar de ye. Ya li pêş me ye ew e ku yan divê gotûbêjên aştiyê bên kirin, an jî hejmarek qeyranên aloz derdikevin û milmilaneyeke dirindane çêdibe ku rewşeke mirovî ya gelekî xirab û çendîn binpêkirin dijî mafên mirov têde tên kirin.”

Balyozê Efxanîstanê li Neteweyên Yekbûyî Ghulam Isaczai jî got: “Em daxwazê ji Encûmena Asayîşê dikin, amrazên bedrest bikar bîne, di nav wan de jî, cîbicîhkirina yasaya cezayan, proje-yasaya 1988 û proje-yasaya hejmar 2513 ya Encûmena Asayîşê daku guşar li Talîbanê bê kirin daku ligel tîmê hikûmetê dest bi gotûbêjên aştiyê bike.”

Şerê navbera hikûmeta Efxanîstan û Talîbanê herî zêde zerar gihandiye xelkê sivîl ku bi sedan hezar neçar bûn mal û milkê xwe li bakurê welat bicîh bihêlin û berê xwe bidin başûr. Ji xeynî wêya bi dehan kesên din ji ber şer birîndar bûn an hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst