Serokê Lubnanê: Dibe ku mûşek an bombe bûbe sedema teqînan

07-08-2020
RÛDAW
Nîşan Michel Aoun Lubnan Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Lubnanê Michel Aoun derbarê teqînên li Lubnanê de ragihand ku her îiqas bi zelalî sedem diyar nebe jî dibe ku sedemeke derve hebe û mûşek an her sedem din be.

Ew teqîn mezintirîn teqîn bûn di dîroka Lubnanê de û Serokê Lubnanê jî derbarê teqînan de ji rojnamevanan re axivî û ameje bi wê kirk u ew li ser lêkolînên diyarkirina sedema teqînan berdewam in.

Serokê Lubnanê got jî, “sedema teqînan hîn nehatiye diyarkirin. Dibe ku terkexemî, mûşek an jî bombe bûbe sedema teqînan.”

Serokê Lubnanê berî niha jî amaje bi wê kiribû, maddeyên teqemenî li cihekî neselamet bûn ku ev çend sal e li wê benderê tên hiştin.

Hikûmeta Lubnanê soza lêkolîneke berfireh û hûr daye û ajansa fermî ya NNA a Lubnanê jî belav kiriye ku di çarçova wê lêkolînê de 16 kes hatin desteserkirin.

Li gor amarên fermî heta niha 154 kes ji ber wê teqînê canê xwe ji dest dane û zêdetirî 5 hezar kes jî birîndar bûne.

Îsraîl ku bo dema çendîn sal e şer li gel wî welatî dike, red dike ku destê wê di teqînên li Beyrûtê de hebe.

Waliyê Beyrutê jî ragihandiye ku 250 heta 300 hezar kes bê mal û aware bûne, xaniyên wan rûxiyane û li gorî hesabê wan ê destpêkê, ziyana maddî di navbera 3 heta 5 milyar dolaran de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst