ALMANYA - Firokexane hate valakirin!

Navenda Nûçeyan – Firokexaneya Navdewletî ya Frankfurt a Amlanyayê, ku yek ji giringtirîn firokexaneya cîhanê ye, ji aliyê polîsên wî welatî ve hate valakirin.

 

Hate gotin, ku polîsê Frankfurtê frokexaneya bajêr vala kirine û amadekarî dikin da ku dest bi operasyonê bikin.

 

Polîsê Frankfurtê ragihand, ku li beşa A ya termînala firokexaneyê tedbîrên şid hatine wergirtin.

 

Herwiha hate gotin, ku niha çûnûhatina rêwiyan hatiye sekinandin û qatên 2 û 3 yên termînalê jî hatine valakirin.

 

Derbarê se,dema valakirina firokexaneyê de ti daxuyanî nehatine dayîn. Berdevkê Polîsê Federal Reza Ehmarî ragihand, ku kesekî ne erkdar piştî kontrolan li herêma ewle ya firokexaneyê wenda bûye.