CIA: Qasim Silêmanî bi Putin re civiyaye!

07-08-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan – Dezgeha Îstixbarata Amerîkayê (CIA) ragihand, Fermandeyê Supayê Quds a Îranê, Qasim Silêmanî serdana Rûsyayê kiriye û bi serokê wî welatî Vladimir Putin re hevdîtin kiriye.

 

Çavkaniyên Dezgeha Îstixbarata Amerîkayê (CIA) aşkere kirin, Fermandeyê Supayê Quds a Îranê, Qasim Silêmanî serdana Rûsyayê kiriye.

 

Wan Çavkaniyan dan xuyakirin, serdana Qasim Silêmanî bo Rûsya di demekê de ye, ku navê wî di nava lîsta reş a wan kesna de ye ku mafê serdanê bo derveyê welat nînin.

 

Li gor biryara Encûmena Asayişa Navdewletî, Qasim Silêmanî mafê wê yekê nîne ji Îranê derkeve û serdanên navewletî encam bide. Li gor wê biryarê, hemû darayî û mulk û malên Silêmanî li derveyê Îranê jî hatine blokkirin û dest bi ser de hatiye girtin.

 

Li gor nûçeya televizyona Fox News a amerîkî, Qasim Silêmanî roja 24ê Tîrmehê serdana Rûsya kiriye û bo heyama 3 rojan li wî welatî maye.

 

Fox Newsê daye zanîn, Silêmanî di serdana xwe de ligel Serokê Rûsya, Vladimir Putin û Wezîrê Bergirî yê wî welatî Sergei Shoigu hevdîtin kiriye.

 

Derbarê belavbûna wê nûçeyê de, Berdevkê Koşka Kremlîn a Rûsyayê, serdana Qasim Silêmanî bow î welatî red kir.

 

Lê belê berpirsekî CIAyê ku nexwastiye navê wî were aşkerekirin, ji Fox Newsê re agahiyên derbarê serdana Silêmanî bo Rûsyayê û encamdana çend civîn û hevdîtin bi berpirsên wî welatî re piştrast kiriye. Wî bepirsê CIAyê tekez kiriye, ku ew nizanin di civînan de behsa çi hatiye kirin.

 

Supayê Quds a Îranê beşek ji Supayê Pasdaran a Îrnaê ye ku çalakiyên derve yê wê hêza leşkerî ya Îranê encam dide. Amerîkayê di sala 2007an ew hêz xiste nav lîsteya cîhanî ya terorê de û Yekîtiya Ewrolpayê jî di sala 2011an de heman biryar da û çalakiyên wê qedexe kirin.

 

Welatên rojavayî û Îsraîl, Supayê Quds a Îranê bi piştgîrîkirina rêxistinên tundrew ên îslamî li Rojhilata Navîn tohmetbar dikin.

 

Berpirsên Koşka Sipî ya Amerîkayê tekez dikin, jibilî rêkevtina atomî ya navbera Îran û welatên koma 5+1 de ku roja 14ê Tîrmehê hat îmzakirin, ti guhertin bi ser ceza û dorpşçên li ser Supayê Quds û fermandeyên wê hêzê nehatiye.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst