Almanya - Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî tê damezirandin

07-07-2024
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî Almanya Xunav Haco Fehmî Kakeyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di dîroka diyasporayê de cara yekem federasyoneke ku girîngiyê dide zimanê Kurdî tê ragihandin.

Li bajarê Kolnê yê Almanyayê çalakiyeke girîng hat lidarxistin.

Navê wê saziyê Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî ya Diyasporayê ye.

Du damezirînerê federasyonê Xunav Haco û Fehmî Kakeyî ku di heman demê de endamên desteya birêvebirina federasyonê ne, bûn mêvanê bernameya Diyasporayê ya Rûdawê.

Di destpêkê de mamosta Xunav Hacoyê diyar kir ku 06ê Tîrmeha 2024an li bajarê Kolnê yê Almanyayê civîna pêkanîna federasyonê bi amadebûna 80 kesên pispor û xemxwarên zimanê Kurdî li hemî welatên Ewropayê dest pê dike û wiha pê de çû:

"Di civînê de, em dê bi rengekî fermî Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî ragihînin û desteyek jê re tê çêkirin ku ji 10 kesan pêk tê.

“Federasyon hewl dide ku zimanê Kurdî li diyasporayê biparêze”

Armanc û karê wê yê sereke parastin û girîngîdana bi zimanê Kurdî ya li diyasporayê ye."

Xunav Hacoyê herwisa got "Avakirina federasyonê girîng û pêwîst bû ji ber ku tenê li Almanyayê zêdeyî milyonek û 200 hezar Kurd dijîn.

Ev ji bilî welatên dîtir. Loma federasyon bi awayekî cidî hewl dide ku zimanê Kurdî li diyasporayê biparêze."

Xunavê da zanîn ku Hikûmeta Almanyayê rê dide wan ku ew zimanê Kurdî biparêzin û ew jî mîna federasyon dixwazin dê û bavan han bidin ku zarokên xwe bişînin ber xwendina zimanê Kurdî.

“Ji bo parastina zimanê dayikê li cîhanê modela herî baş Swêd e”

Xunava ku bi salan e li Almanyayê mamostetiya zimanê Kurdî dike wiha got:

"Ji bo parastina zimanê dayikê li cîhanê modela herî baş Swêd e.

Em dixwazin modela Swêdê li welatên din ên Ewropayê jî çêbikin."

Ji aliyê xwe ve mamosta Fehmî Kakeyî ragihand, armancên federasyonê bi awayekî fermî bê eşkerekirin û got:

"Ev demeke dirêj e ku em mijûlî avakirina federasyonê ne.

Loma jî me amarek li welatên Ewropayî berhev kir ka çend mamoste û xwendekarên Kurd hene."

Têkildarî lêçûnên federasyonê jî mamosta Fehmî Kakeyî got "Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê soz daye me ku alîkariya diravî bide me"

Niha nêzî 500 mamosteyên me yên zimanê Kurdî hene."

Li cîhanê, Swêd di warê parastina zimanê dayikê de ji bo hemû neteweyên ku lê dijîn welatekî pêşeng e.

“Em dixwazin hînbûna zimanê dayikê bibe fermî û mecbûrî”

Fehmî Kakeyî ku li Swêdê dijî di vî warî de wiha anî ziman:

"Swêd ev 60 sal in ku girîngiyê dide zimanê dayikê lê xwendina bi zimanê dayikê hîn jî bijarte ye û ne mecbûrî ye.

Em vêga dixwazin ku hînbûna zimanê dayikê bibe fermî û neçarî çimkî hin dê û bav li Ewropayê wer difikirin ku eger zarokên wan bi zimanê Kurdî bixwînin dê nikaribin baş hînî zimanên din bibin lê berovajî vê yekê rast e."

Mamosta Fehmî amareke hînbûna zimanê dayikê li Swêdê eşkere kir û got:

"Vêga nêzî 16 hezar xwendekar li Swêdê di qonaxa seretayî de bi zimanê dayikê dixwînin.

Ango nêzî ji sedî 49ê kesên ku mafê wan ê xwendina zimanê dayikê heye bi zimanê dayika xwe dixwînin, lê li gorî par rêje ji sedî 7 kêm bûye."

Fehmî sedem jî vegerand hikûmeta rastgir a niha ku ji bo xwendina zimanê dayikê li wî welatî ne alîkar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst