4 kes kuştin, 3 kes birîndar kirin û xwe jî kuşt

Hewlêr (Rûdaw) – Li eyaleta Kentuckyê ya Amerîkayê kesekî 4 kes kuştin, 3 kes bi giranî birîndar kirin û paşê jî xwe kuşt.

Êrişkar bi çekê êriş bir ser malekê û gule li 7 kesên li wê malê reşandin.

Êrişkarê ku piştre reviya qeza kir û paşê jî di otomobîla xwe de gule berda xwe.

Polîsên ragihand ku di vê êrişê de 4 kes mirine û birînên her 3 birîndaran jî xedar in û metirsî li ser jiyana wan heye.

Li gorî daxuyaniya polîsan, tîmên tenduristiyê êrişkar biriye nexweşxaneyê lê ew ji mirinê nefilitiye.