Li Swîsreyê 80 hezar îmze ji bo nasandina komkujiya li dijî Kurdên Êzidî hat komkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Bern a Swîsreyê bi îmzeya 80 hezar kesî daxwaznameyek pêşkêşî Hikûmeta Swîsreyê hat kirin ku tawanên DAIŞê yên li dijî Kurdên Êzidî wek cenosîd bê naskirin. Parlamenterekî jî projeyasayek pêşkêşî parlamentoyê kir. Daxwazname ji aliyê 50 kesan ve ku beşek ji wan Kurdên Êzidî bûn pêşkêşî Hikûmeta Federal a Swîsreyê hat kirin.
Amadekarên daxwaznameyê di daxuyaniyekê de gotin, “Tawanên ku di sala 2014an de li Iraqê dest pê kirin îro jî berdewam dikin” û anîn ziman, “Bi naskirina cenosîda Kurdên Êzidî, dê peyamek xurt were şandin ku divê ji bo êş û azarên qurbaniyan û malbatên wan rêz bê girtin.”
Kesên ku daxwazname îmze kirin dibêjin ku naskirina cenosîda Kurdên Êzidî gavek e “ji bo cîbicîkirina berpirsyariyan, ji holêrakirina nakokiyan û dabînkirina paşerojeke aştiyane ji hemûyan re pêwîst e” û dibêjin, ev pêngava ji bo ku rê li ber dubarebûna cenosîdê were girtin girîng e.
Dema ku daxwazname hat dayîn 2 endamên Encûmena Nûneran a Swîsreyê amade bûn. Her wiha parlementerekî bi navê Fabian Molina projeyasayek ji bo naskirina tawanên li dijî Kurdên Êzidî weke cenosîd pêşkêşî parlamentoya welatê xwe kir.
Di Tebaxa 2014an de DAIŞê êrîşî Şingalê kir û dagir kir. Herî kêm 3 hezar û 100 Kurdên Êzidî kuştin û 6 hezar û 417 kesên din jî ku piraniya wan jin û zarok bûn revandin.
Li gor daxuyaniya Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzidiyan a ser Serokatiya Herêma Kurdistanê ve, heta niha herî kêm 3 hezar û 562 kes hatine rizgarkirin û 2 hezar 693 kes jî heta niha winda ne.
Di destpêka îsal de Almanya bû çaremîn welatê Ewropayê ku cenosîda Kurdên Êzidî nas kir. Parlamentoya Fransayê yekem car bû ku di sala 2016an de komkujiya li dijî Kurdên Êzidî weke cenosîd nas kir û piştre Parlamentoya Holandayê û Belçîkayê ev pêngava avêtin.