Hewlêr û Nashville êdî bi fermî destexwişk in

07-07-2023
RÛDAW
Nîşan Nashville Destexwişk Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena bajarê Nashville ya eyaleta Tennessee ya Amerîkayê, Hewlêr wek bajarê destexwişk pesend kir. Nashville wek Kurdistana Biçûk tê naskirin, ji ber ku hejmarke zêde ya Kurdan li Amerîkayê li wî bajarî dijîn ku li gorî şaredarê wî bajarî hejmara wan 25 hezar kes e.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Amerîkayê Beyan Samî Ebdulrehman îro Înê di Twittera xwe de ragihand, “Bi fermî, şeva borî, encûmena bajarê Nashville bi yekdengî projeyasayek pesend kir ku Hewlêr bibe dehemîn bajarê destexwişk.”

Bi vê biryarê Hewlêr dibe yekane bajarê destexwişk a Nashville li Rojhilata Navîn û bi rêya vê hewldana nû ya di navbera wan de, peywendî û hevkariya wan bi taybetî di warê perwerde, xwendin û çandê de dê zêdetir bibe.

Beyan Samî Ebdulrehman got, “Ez pîrozbahiyê li bajarê muzîkê û paytexta Herêma Kurdistanê dikim ji ber vê hevkariyê ku mizgîniya danûstendina çandî, pîşeyî û civakî dide.”

Hewldanên ji bo naskirina Hewlêr û Nashville wek destxwişk sala borî dest pê kirin ku şandeke Hewlêrê bi serokatiya Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw serdana eyaleta Tennesse kiribû.

Şaredarê Nashville John Cooper di meha Gulanê de bi serokatiya şandekê hatibû Hewlêrê û bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiyabû û serdana nexweşxane, zanko, dibistan û çend şûnwarên dîrokî yên Hewlêrê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst