Threadsê 65 milyon bikarhêner derbas kir

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma medyaya civakî ya nû Threads a ku hevrikiya Twitterê dike, ji bo bikaranînê hat pêşkêşkirin û heta danê êvarê yê roja Înê gihîşte 66 milyon bikarhêneran.

Xwediyê Facebook, Instagram û WhatsAppê kompanyaya Metayê, platformeke medyaya civakî ya nû ya bi navê Threads ku hevrikiya Twitterê dike, ji bo bikaranînê pêşkêş kir. Heger kesek xwedî hesabeke Instagramê be dikare bi klîkekê hesabê xwe yê Threadsê durist bike û heman kesên ku li ser Instagramê dişopîne li wir jî bişopîne.

Ji bo hinek kesan vê sepanê kelecanek di nav xelkê de durist kiriye û ji bo hinekan berovajî.

Bikarhênera Threadsê Olivia Hammon got, “Ew dişibe Twitterê, ez ji vê yekê hez dikim ku ew ne Twitter e û ez ji xalê hez dikim ku ew bi rêya Instagramê tê hesibandin. Ew gaveke aqilane ye.”

Bikarhênerê Twitterê Anousha Alamisti jî anî ziman, “Ez bawer bikim ku ez Threadsê dayînim ji ber ku ez jê hez nakim û ez ji Twitterê hez dikim. Ez dibêjim ew Instagram e û du tiştên wê cuda ne, Twitter ji Instagramê cudatir e.”

Ragihandina Threadsê tenê hefteyek piştî ku Twitterê di 1ê Tîrmehê de ragihand ku ew ê bikarhêneran ji dîtina postên nû û şandina peyaman sînordar bike hat.

Twitter bi qasî 350 milyon bikarhênerên çalak hene. Instagram jî zêdetirî du milyar bikarhênerên çalak ên mehane hene. Heger ji %50 bikarhênerên Instagram Threadsê bikar bînin, dê gelekî pêş Twitterê bikeve.

Ev ne cara yekem e ku Meta “fikrên kompanyayên din kopî bike”. Di sala 2016an de, Instagramê fikra çîroka Snapchatê û di sala 2021an de fikra reels a TikTokê kopî kir. Beriya deh salan, Facebookê sepana Messengerê durist kir ku kopiyeke WhatsAppê ye û hinek pispor dibêjin ku Threads dê wekî yên din serkefît be.

Kompanyaya Metayê li ser Threadsê ku naveroka wê dişibe Twitterê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku naveroka Threadsê ji aliyê tîma Instagramê ve hatiye çêkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li ser platforma nû sînorê karakterên nivîsê 500 e, lînk, wêne û vîdeoyên 5 deqîqeyî jî dikarin li serê bên parvekirin.