Serokê Haiti li mala xwe hat terorkirin

07-07-2021
RÛDAW
Nîşan Jovenel Moise Haiti Claude Joseph
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê dewleta Haiti Jovenel Moise li mala xwe hat terorkirin.

Serokwezîrê demkî yê Haiti Claude Joseph ragihand ku şeva derbasbûyî Moise li mala xwe hatiye kuştin.

Claude Joseph “êrişa hov” a li dijî Serokê Haiti şermezar kir û eşkere kir ku di êrişê de hevjîna Moise jî birîndar bûye.

Li gor zanyariyan ew êrişa li dijî Serokê Dewletê, ji aliyê kesên nenas ve hatiye kirin û Moise, di êrişê de birîndar bûye û li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanên pizîşkî jî jiyana xwe ji dest daye.

Li Haiti ev demeke rewşa siyasî û seqamgiriya welat têk çûye û Serokê dewletê Jovenel Moise jî di daxuyaniyekî de gotibû, “hewldanek li dijî jiyana min heye.”

Jovenel Moise herwiha eşkere kiribû, “Ew plangeriya ku ji Mijdara 2020an ve berdewam bû, hatiye tespîtkirin û 20 kes têkildarî bûyerê hatine desteserkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst