Li Yûnanistanê hilbijartinên parlamentoyê birêve diçin

Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê Yûnanê li benda wê yekê ne, ku hikûmeteke nû li welatê wan dest bi kar bike û bikarine pirsgirêkên wan çareser bike, bi taybetî pirsgirêkênê aborî, ku welatiyên Yûnanê heya niha di rewşeke xerab de derbas dibin.

 

Îro yekşemê li Yûnanistanê gelek xelk bi coş diçin ser sindoqên dengdanê û deng didin û çaverêyî demjimêrên piştî bidawîbûna dengan in, ji bo ku encaman bizanibin.

 

Welatiya bi navê Tyodora Pebinshner dibêje: "Hêvîdar im baştirîn kes bibe û wê yekê bike ku ji bo xelkê baştirîn be, ji ber ku di dema 10 salên borî de me gelek zehmetî dîtine. Derfet êdî, ji bo şaştiyên din nemaye."

 

Heft partiyên sereke, di vê hilbijartinê de, ketine kêbirkiyeke tund.

 

Tê pêşbînîkirin her partiyek bibe, pêwîstiya wê bi hevpeymaniyê ligel partiyên din hebe, ji bo ku bikaribe hikûmetê pêk bîne.

 

Beşek ji Yûnaniyan piştî wê krîza ku welatê wan ber bi arasteyeke xirab ve bir, hêviyeke wan bi partiyan nemaye.

 

Bazirgan Harî Karapanos jî dibêje: “Bi nerîna min ev hilbijartin gelekî hestyar in, lê di heman demê de serkirdeyê me yê wiha nîne ku serkirdayetiya vî welatî bike, ji ber ku li gorî rapirsiyan, take kesê ku guncaw be desthilatê bigire kesê ne xwedî karîn e."

 

Her çiqasî Partiya Syriza piştî 2009an cemawerekî gelek peyda kiriye, lê Partiya Demokrat a Nû, ku Kiriakos Miçotakis serkirdayetiya wê dike, piştî 2 şikestinên hilbijartinan li pey hev, çavê wê li serkeftineke nû ye û rapirsî jî heman nîşanê bi wê yekê didin.

 

Parlementoya Yûnanê ji 300 kursiyî pêk tê û pêwîstiya pêkanîna hikûmetê bi piştgiriya 151 parlementerî heye.