Di xwepêşandanên li dijî lûtkeya G20 de zêdetirî 150 kesan birîndar bûn

07-07-2017
RÛDAW
Xwepêşandanên li dijî civîna lûtkeya G20 li bajarê Hamburgê yê Almanyayê rastî tundûtîjiyê hatin.
Xwepêşandanên li dijî civîna lûtkeya G20 li bajarê Hamburgê yê Almanyayê rastî tundûtîjiyê hatin.
Nîşan G20 Hamburg Almanya Xwepêşandan
A+ A-

Hamburg (Rûdaw) – Di xwepêşandanên li dijî birêveçûna civîna lûtkeya G 20 ên li bajarê Hamburgê yê Almanyayê de, 159 kes birîndar bûn û 45 kes jî hatin desteserkirin.

 

Li dijî birêveçûna lûtkeya G 20 li bajarê Hamburg ê Almanyayê, îro înê 7ê Tîrmeha 2017ê bi hezaran kesan xwepêşandan kirin.

 

Xwepêşanderan hewl dan nêzîkî cihê birêveçûna civîna lûtkeya G 20 bibin, lê belê hêzên polîs rêgirî ji nêzîkbûna xwepêşanderan kirin û bi ava şid û batoman êrişî xwepêşanderan kirin.

 

Di encama hewldana polîsan bo belavkirina xwepêşanderan de, tundûtîjî derket û xwepêşanderên nerazî bi tundî rûbirûyê hêzên polîs ên Almanyayê rawestiyan û di nava cade û kolanan de agir hil kirin.

 

Bi gotina rayedarên polîsê Almanyayê, di encama tundûtîjiyên xwepêşandana îro ya li Hamburgê de, 159 kes birîndar bûne ku piraniya wan polîs in.

 

Herwiha di bûyerên îro de 45 xwepêşander jî hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst