Beriya lûtkeya G20 li dijî serokên welatan xwepêşandan

Hamburg (Rûdaw) – Biryar e îro Înê 07-07-2017, li bajarê Hamburg a Almanyayê lûtkeya welatên G20 were sazkirin. Lê beriya civînê bi sedan kes li Hambûrgê li dijî serokên welatan xwepêşandan saz kirin û diyarkirin, ku wan nekarîne qeyranên cîhanê bi başî çareserbikin.

 

Îro li bajarê Hambûrgê lûtkeya G20 birêve diçe. Lûtke dê 2 rojan berdewam bike. Ji bo parastina ewlekariya civînê, 20 hezar polîs û karmendên ewlekariyê hatine erkdarkirin.

 

Beriya civînê li dijî serokên welatan xwepêşandan hene. Tê pêşbînîkirin ku di nav 2 rojan de bi deh hezaran kes li Hambûrgê bigihin hev û xwepêşandana bikin.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Almanyayê Zinar Şînor ragihand: “Xwepêşandan li dijî hemû serokê welatên endamê G 20 e. Xwepêşnader dibêjin lûtkeya vê derê ya sermayedarên cîhanê ye. Li dijî xwepêşanderan gazên rondikrêj hatine bikaranîn.”

 

Peyamnêrê me da zanîn, ku tedbîrên tund ên ewlekariyê hatine girtin û hêz ji bajarên din ên Almanyayê ve veguhestine Hambûrgê.   

 

Tê pêşbînîkirin, ku di dema lûtkeyê de di navbera serokên welatan de hevdîtinên du alî werin kirin. Yek ji wan hevîdtinên herî giring jî ya Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn e. Ji ber ku di mijara şerê Sûriye û qeyrana Ukraynayê de di navbera herdu welatan de nakokî hene.

 

Derbarê vê yekê de Serokê Zanîngeha Amerîkî li Moskowê Eduard Lozansky dibêje: “Herdu welat gihiştibûne xeta sor, kêm mabû li hev bixin. Bê guman herdu welat jî naxwazin werin pêşberî hev. Lê hê jî rewş aloz e.”