KURDISTANA SOR – Axaftina Obama û Putin

Navenda Nûçeyan - Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Amerîkayê Barack Obama bi telefonê li ser mijarên çareserkirina pirsgirêkên li herêmê axivîn.

Koşka Spî derbarê axaftina Vladimir Putin û Barack Obama de daxuyaniyek da.

 

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Obama beriya ku Putin ligel herdû serokên Azerbaycan û Ermenistanê bicive, derbarê çareserkirina pirsgirêka Qerebaxê de bi wî re axaft.”

 

Li gorî daxuyaniyê Amerîka ji bo çareseririna pirsa Qerebax a navbera Azerbaycan û Ermenistanê de amadeye hevkariyê ligel Rûsya û Fransayê bike.

 

Herwiha hat gotin herdû aliyan teqez kir ku ew amade ne, hevkariya xwe ya leşkerî li Sûriyeyê zêde bikin û pêdivî pê heye ku gotûbêj di navbera dijberên Sûriyeyê ji nû ve bê destpêkirin.

 

Rastiya Kurdistana Sor

 

Li herêma Qerebax a Kurdistana Sor xelk neçar bibû li 65 herêmên cuda yên Azerbaycanê bicî bibin.

 

Weke tê zanîn paytexta Kurdistana Sor bajarê Laçînê ye.

 

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) 21ê Hezîrana 2015an kurdên ji herêma Laçîn ji aliyê Ermenistanê ve hatine mişextkirin mafdar dît.

 

Li dadgeha Strasbûrgê li hemberî Ermenistanê 6 Kurdan doz vekiribûn, daxwaza vegera bo cih û warên xwe, herwiha daxwaza qerebûkirinê dikin.

 

Kurdên ku doz vekirine, di Gulana 1992ê de ji cih û warên xwe yên li bajarokê Laçîn ji aliyê Ermenistanê ve hatibûn derbiderkirin û li Bakuya paytexta Azerbeycanê bicî bibûn.

 

Li herêma Qerebaxê di şerê ji sala 1991ê heta 94ê navbera Ermenistan û Azerbaycanê de, derdorê 30 hezar mirov hatin kuştin. Herwiha derdorê 750 hezar Azerî ji cih û warên wan hatin derbiderkirin.

 

Li aliyê din derdorê 390 hezar ermenî ji Azerbaycanê reviyan Ermenistanê. Di nav wan koçberên ji herdu aliyan de, bi 10 hezaran kurd jî hebûn.