Welatên Rojava vîzeya karsazên Tirkiyê red dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Pirsgirêka wergirtina vîzeya welatên Schengen li Tirkiyê careke din di rojevê de ye. Piştî Amerîka û welatên Ewropayê, Bulgarîstan, Brîtanya û Kanada jî serlêdana vîzeyê ya welatiyên Tirkiyê bi hincetên cûda red dikin û di dayîna vîzeyê de pirsgirêkan bo welatiyên Tirkiyê derdixin.

Rêjeya redkirina vîzeya Schengenê ya welatiyên Tirkiyê di van demên dawî de zêde dibe. Ev rewş bi taybetî bandoreke nerênî li karsazên Tirkiyê dike û her diçe hejmara wan welatên ku vîzeya welatiyên Tirkiyê red dikin zêde dibe.

Piştî Amerîka û welatên Ewropayê êdî Brîtanya, Kanada û Bulgarîstan jî bi hincetên cûda vîzeya karsazên Tirkiyê red dikin û welatiyên Tirkiyê di wergirtina vîzeya wan welatan de rûbirûyê zehmetiyan dibin.

Karsaz balê dikişînin ser wê yekê ku di van demên dawî de ji Kanada, Amerîka û Brîtanyayê rêjeya red kirina vîzeya wan zêde bûye û ev yek di warê aborî de bandoreke nerênî li wan dike. Li gor medya Tirkiyê, Bulgarîstan êdî vîzeya Schengenê ya şofêrên barhilgirên Tirkiyê qebûl nake û ji bo çûna Ewropayê di ser wî welatî re mercê wergirtina vîzeya Bulgarîstanê bo wan daniye.

Di demekê de ku karsazên Tirkiyê ji ber pirsgirêka vîzeyê nikarin beşdarî pêşangehên derveyî welat bibin,  veguhestina barê hinardeyê yê Tirkiyê jî piştî vê pêngava Bulgarîstanê ji aliyê kompanya û şofêrên derve yên veguhastinê ve tê kirin û ev yek dibe sedema bi milyonan dolar zerera aborî.

Serokkomarê Tirkiyê  Recep Tayîp Erdogan heftiya borî astengiyên ku di warê vîzeyê de bo welatiyên Tirkiyê tên derxistin wek “şantajeke siyasî” binav kiribû û soza çareserkkrina vê pirsgirêkê dabû. Li gor zanyariyan, Yekitiya Ode û Borsayên Tirkiyê dê roja Înê li ser mijara vîzeyê ligel Delegasyona Tirkiyê ya Yekitiya Ewropayê civînekê pêk bîne.

Çend welatan bo demekê serlêdanên vîzeyê yên ji Tirkiyê bo welatên xwe rawestandine û dema randevuyên ku bi zehmetî tên wergirtin jî bo piştî çend mehan tê destnîşan kirin. Herwiha dema bendemayîna serlêdana vîzeya Amerîkayê heta 12 mehan jî berdewam dike.

Rêjeya redkirina serlêdana vîzeyê ku bi armanca geştiyarî bo wan welatan tê kirin jî bi awayekî ciddî zêde bûye. Di demekê de ku sala borî ji sedî 15ê serlêdanan dihatin red kirin, lê îsal behsa wê yekê tê kirin ku wê rêjeyê ji sedî 50 derbas kiriye.