Parlamentoya Ewropayê bo Tirkiyê: Li hemberî Rûsyayê zelal be

07-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Ewropayê ji Tirkiyê dixwaze ku di mijara Rûsyayê xwe zelal bike û helwesta xwe ya derbarê dorpêçên li dijî Rûsyayê de ji nû ve binirxîne û ji bo sermaye û weberhênanên Rûsyayê "nebe penageh". Parlamentoya Ewropayê di raporta xwe ya Tirkiyê de operasyonên wî welatî yên li nav axa Rojavayê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê de şermezar dike.

Rapora Tirkiyeyê ya 2022an a Parlamentoya Ewropayê (PE) di rûniştina giştî ya li Strasboûrgê de hat nirxandin. Parlamentoya Ewropayê ji Tirkiyê dixwaze ku helwesta xwe ya derbarê Rûsyayê de zelal bike. Di raporê de her wiha hate destnîşankirin ku polîtîkayên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê yên li Kafkasya, Sûriye, Iraq û Lîbyayê “nakok in”. Herwiha Operasyonên leşkerî yên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê tên şermezarkirin.

Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez-Amor di axaftina xwe ya li rûniştinê de tekez kir ku kêmbûna pîvanên demokratîk ên li Tirkiyê bi qestî ye û got, "Mirov dibîne ku hêviyên xwe yên demokratîk di çerxeke otorîter a mezin de winda dibin."

Li gorî nûçeya DW; wekî her sal, di rapora Parlamentoya Ewropayê li Tirkiyê di warê demokrasî, serweriya hiqûqê û rêzgirtina ji maf û azadiyên bingehîn de, ti pêşketineke berçav nîne û bêyî pêşketinekê jî ti şansek ji bo ji nû ve danûstandinên endametiya bi Yekîtiya Ewropayê re destpê bike nîne. Tê gotin ku "di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de ji aliyê nirx û norman ve mesafeyeke mezin heye û îradeyeke siyasî ya hewl bide ji bo girtina vê mesafeyê çaksaziyan bike nîne.”

Banka Navendî û TUÎK jî di raporê de cih digirin

Di raporê de rewşa aborî ya niha ya li Tirkiyeyê weke “ne ewle” tê binavkirin. Herwiha tê gotin ku "Serokomarî destwerdanê di saziyên wekî Bankeya Navendî û Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê (TUÎK de  ku divê serbixwe bin, dike û ji ber van destwerdanan bêbaweriya bi van saziyan zêde kir."

"Ji bo Rûsyayê nebin penageh"

Rapora ku cihek berfireh dide siyaseta derve ya Tirkiyê, di heman demê de êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê jî disekine. Ji bo piştgiriya ji bo serxwebûn, serwerî û yekîtiya axa Ukraynayê spasiya Enqereyê tê kirin. Lê belê ji Enqereyê tê xwestin ku helwesta xwe ya li ser dorpêçên ku Rûsya û karsazên wê dike , dikin hedef, ji nû ve binirxîne û ji bo sermaye û weberhênanên Rûsyayê "nebe penageh".

Operasyonên Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin

Di raporê de ku balê dikişîne ser wê yekê ku Yekîtiya Ewropayê bi taybetî di dosyayên Efxanîstan û Ukraynayê de dikare bi Tirkiyeyê re ji nêz ve hevkariyê bike, tê gotin ku Enqere di nav welatên namzet de welatê herî dûrî siyaseta derve û ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê ye. Hat destnîşankirin ku polîtîkayên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê yê yên li Kafkasya, Sûriye, Iraq û Lîbyayê "nakok" in. Herwiha di raporê de operasyonên leşkerî yên Tirkiyê yên Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin tên şermezarkirin.

"Bikaranîna koçberan wekî karteke siyasî"

Parlamentoya Ewropayê ji bo berdewamiya hevkariya di navbera Tirkiye û YEyê de li ser koçberî û penaxwazan, daxwaz dike ku her du alî rêz li danezana siyasî ya ku di Adara 2016an de di vî warî de hatiye îmzekirin, bigirin. Herwiha ji hikûmeta Tirkiyeyê daxwaz dikin ku koçberan wekî "karteke siyasî" bi kar neyne. Di raporê de hat ragihandin ku Efxan bi darê zorê dişînin welatan wan û Sûriyeyî jî bi awayekî keyfî ber bi welatên wan ve tên şandin û zêdebûna nîjadperestiya li hemberî penaxwaz û koçberan li Tirkiyê tê rojevê.

Rapor dê 7ê Hezîranê roja sêşemê di rûniştina giştî ya Parlamentoya Ewropayê de bikeve dengdanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst