Spanya deriyên xwe li ber geştyarên derzîkirî vedike

07-06-2021
RÛDAW
Nîşan Spanya Geştyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Spanya deriyên xwe ji îro şûn de  li ber geştyarên ku derziya coranê li xwe dane vedike.

Cîgirê Yekîtiya Xwediyê Otêlan Javier Hernandez dibêje, heta niha jî Spanya di lîsteya reş a Brîtanya de ye û ev yek bandoreke xerab li ser geştyariyê dike, ji ber ku sala 2019an, li hinek deveran ji sedî 60-65 heta 70î ji geştyaran Brîtanî bûn, bi taybetî li Costa del Sol.

Biryar hatiye dan ku li temamê deverên geştyarî, deriyê otêlan li ber geştyaran bêne vekirin û amadekarî ji bo pêşwazîkirina hejmareke baş hatiye kirin.

Di nava 3 heftiyan de London dê, lîsteya welatên metirsîdar biguhere, lê geştyarên Îrlandî ji niha ve derdikevin.

Spanya, welatê duyemîn e li seranserê dinyayê ku hejmareke zêde ya geştyaran pêşwazî dike. Hikûmeta wî welatî pêşbînî dike ku 45 milyon geştyarên biyanî pêşwazî bike.

Sala 2020 di dema coronayê de 19 milyon geştyar çûbûn wî welatî û ji salên 60î ve hejmara herî kêm a geştyaran di dîroka wî welatî de hatibû tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst