Parlamentoya Brîtanyayê têkildarî alîkariyên wî welatî bo derve dicive

07-06-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlementoya Brîtanyayê, ji bo axaftina li ser alîkariyên welatê xwe ji bo welatên din îro dicive û di civîna îro de biryara dawî derbarê qebareya alîkariyên Brîtanyayê ji bo derve tê dan.

Brîtanya salane alîkariyan ji bo hejmarekê ji welatên cîhanê dişîne û welatekî girîng e jî, di çarçoveya bernameya alîkariyên navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî de, lê îsal hewlek heye ji bo ku parlementoya wî welatî guvaşan bike û qebareya wan alîkariyan kêm bike.

Ji sala 1970 ve Brîtanya tevli programa salane ya alîkariyên navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî bûye û ji wê demê ve her sal bi rêjeya 0.7% ji dahata xwe ya netewî weke alîkarî bi rêya Neteweyên Yekbûyî dişîne derve.

Sala 2020an, Brîtanya 20 milyar û 180 milyon dolar weke alîkarî daye, ku dike 0.7% ji dahata giştî ya wî welatî.

Lê îsal, bi sedema sistiya bazirganiyê û rewşa aborî ku sedema wê belavbûna pandemiya koronayê li cîhanê ye, hikûmeta Brîtanyayê biryar daye ku tibaba alîkariyan heta 0.5% kêm bike, bi vê yekê jî salane nêzîkî 5 milyar dolar ji bo xizîneya Brîtanyayê vedigere.

Çend welat jî bi sedema kêmkirina wan alîkariyan rastî kêşe û astengiyan tên, weke mînak, beşek ji dibistanên Somalê bi rêya alîkariyên Brîtanyayê têne birêvebirin û birrîna alîkariyan bandoreke xirab li ser proseya xwendinê li wî welatê hejar li bakurê rojhilatê Afrîqayê dike. Herwiha beşek ji alîkariyên Brîtanyayê ji bo Yemenê di wê çarçoveyê de têne qutkirin.

Hejmarek ji parlementerên Brîtanî li dijî wê pêgavê ne, lewma tê çaverêkirin ku di civîna îro de li ser mijarê gelek gotûbêj û gengeşe bên kirin.

Ji bilî Somal û Yemenê, welatên din ên weke Pakistan, Efxanistan û Etyopya jî ji wan welatan in ku bi kêmkirina alîkariyan, bandor li wan dibe.

Li gor daneyên fermî, di sala 2020 de, Brîtanyayê 431 milyon dolar bo Pakistanê, 424 milyon dolar bo Etyopiya, 413 milyon dolar bo Efxanistanê, 368 milyon dolar bo Yemenê, 315 milyon dolar bo Sûriyê, 249 milyon dolar bo Somalê û 210 milyon dolar bo Lubnanê weke alîkarî xerc kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst