Di êrîşeke çekdarî li Teksasê 8 kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Di bûyereke nû de kesekî çekdar li bajarê Allen ê wîlayeta Teksasê êrîşî bazarekê kiriye û 8 kes kuştine. Îsal di çar mehên destpêkê de 192 bûyerên teqekirinê li Amerîkayê çêbûne ku di encama wan bûyeran de herî kêm 198 kes hatine kuştin.

Yek ji pirsgirêkên mezin li Amerîkayê hebûna çekan e di destê welatiyan de, û ji bo çareseriya rewşê gelek gotûbêj li ser yasaya kontrolkirina çekan hene.

Cole Korchek, bûyer bi çavên xwe dîtiye û dibêje: “Ez qet nedifikirîm rûbirûyê tiştekî bi vî awayî bibin, rewşeke zêde nexweş e, rewşa dayika min zêde têkçû ye. Ez dizanim piştî vê bûyerê divê bi başî bifikirim, bi rastî rewşeke nexweş bû.”

Jaynal Pervez jî yek ji wan kesan e ku şahidê bûyerê bûne û derbarê bûyerê de dibêje: “Keça min peyam bo min û dayika xwe şand û nivîsî bû duayan bo min bikin, ji ber çekdarekî êrîş kiriye ser molekê û rewş tevlîhev e. Me yekser û bilez xwe gihand molê, me dît polîs li wê derê mijûlî kontrolkirina rewş ne.”

Civaka Amerîkî ji ber bûyerên teqekirinê asê bûye. Li gor amarên fermî tenê di çar mehên yekem ên îsal de 192 bûyerên teqekirinê li Amerîkayê çêbûne, ji ber wan 198 kes hatine kuştin.

Ew di demekê de ye ku sala bihorî 695 bûyerên teqekirinê hebûn û 762 kes hatibûn kuştin, di sala 2021ê de jî di 698 bûyerên teqekirinê de 705 kes hatibûn kuştin.

Li gor yasaya wîlayeta Teksasê, kesek temenê wî bigihe 21 salan dikare bê mohlet çekê hilgire, ev jî bi mercê ku berê tawan nekiribe.

Nebûna yasayeke tund a çekhilgirtinê bûye sedema sereke ya zêdebûna bûyerên teqekirinê li Amerîkayê ku çek li malên nêzîkî 11 milyon Amerîkiyan hene.

Rêveberê Polîsê Allen, Brian Harvey diyar kir: “Em hemû dilgiran in ji ber vê bûyera diltezîn a îro. Demjimêr 03:36 yek ji efserên me li nav molê bû dema teqe bihîst, hewl dide teqekar bibîne û piştî dîtin û destnîşankirin û bersivdana wî, êrîşkar jinav dibe û gefê bidawî dike. Bi nerîna me tenê êrîşkar ev kar kiriye.”

Li gor amarên hikûmeta Amerîkayê, ji sala 2015an ve ji ber bûyerên teqekirinê li seranserê wî welatî zêdeyî 19 hezar kes hatine kuştin û birîndar bûne.