Kurdek dibe endama saziya Xelata Nobelê

08-05-2019
RÛDAW
Nîşan Kurd Xelata Nobelê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar û rojnamevana Kurd a welatiya Swêdê Dilşa Demirbag-Sten, dibe endama saziya Xelata Nobelê.

 

Li gor nûçeyên medyaya Swêdê, Dilşa Demirbag-Sten ji aliyê endamên Komîteya Xelata Nobelê ve, weke endama komîteyê hat destnîşankirin.

 

Dilşa Demirbag-Sten piştî destnîşankirina ji bo wî karî, li ser hesabê xwe yê facebookê nivîsandiye: “Ez şanaz im û bi meraq li benda karkirina di saziya Xelata Nobelê de me.”

 

Demirbag-Sten nivîskar û rojnamevaneke Kurd a nişteciha Swêdê ye û damezrîner û endama çendîn rêxistin û grûpên wêjeyî ye, ji wan Encûmena Medyaya Swêdê û saziya şazadeyê cînişîna Swêdê.

 

Dilşa Demirbag-Sten bakaloryusa xwe li Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Swêdê di warên zanistên siyasî û dîrokî de wergirtiye, çendîn xelat jî ji ber beşdariya di hewlên kultûrî û mirovî de jê re hatine dayîn.

 

 

Sê pirtûkên bi navên Şerecename, Welatê Dayîk û Zimanê Swêdî yên Dilşa Demirbag-Sten hene. Çend pirtûk jî bi hevbeşiya li gel nivîskarên din nivîsandiye, weke; Dengê Bêdengkiriyan, Pirtûka Zanyariyê li Dijî Tundiyê, Ji bo Berevaniya Azadî û Desthilat Berî Her Tiştî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst