Îstixbaratê Almanya hevkariya bi îstixbarata Amerîkayê re sekinand

Dusseldorf (Rûdaw) - Piştî skandala îstixbaratî li Almanyayê, ku eşkere bibû îstixbarata almanî (BND) ji bo îstixbarata amerîkî (NSA) çavdêriya înternetê dike, herwiha eşkere bibû jî ku NSA teknolojiya îstixbarata almanî ji bo berhevkirina zanyariyên derbarê siyasetmedar û saziyên ewropî bikar aniye, hat zanîn ku îstixbarata almanî ji hevkariyê gav paş ve avêtiye û çavdêriya înternetê ji bo NSA rawestandiye.

Çi bibû?

Beriya du hefteyan kovara almanî DER SPIEGEL eşkere kiribû ku îstixbarata almanî di çavdêrîkirina sazî û kesayetên ewropî de bi NSA re bûye arîkar. Li gor DER SPIEGEL, ji sala 2002ê ve di navbera herdu îstixbaratên almanî û amerîkî de çavdêriya înternetê dihat kirin, lê îstixbarata amerîkî ji bilî wê yekê ji navenda çavdêriya îstixbaratî “Bad Aibling” li başûrê Almanyayê çavdêriya siyasetmedarên ewropî, saziyên ewropî û payebilindên ewropî jî kiriye û BND li dijî vê yekê derneketiye, tevî ku ji 2005ê ve şik ji BND re çêbûye ku NSA li derveyî çarçoveya hevkariyê zanyariyan berhev dike.

Li gor tora lêkolînan ya televizyonên NDR û WDR û rojnameya "Süddeutsche Zeitung", ji destpêka vê hefteyê ve BND hevkariya xwe bi NSA re cemidandiye û êdî zanyariyên ji çavdêriya înternetê radestî îstixbarata amerîkî nake.

Beriya vê biryarê, BND û Daîreya Serokwezîriyê ya Almanyayê ji Amerîkayê xwestibûn ku derbarê her kesek û saziyeke ku çavdêriya wan hatiye kirin, sedemek bê nîşandan. NSA jî diyar kir ku ew di demeke kin de nikarin wan sedeman nîşan bidin, ji ber vê yekê jî BND biryar da ku çavdêriya înternetê li navenda Bad Aibling rawestîne û êdî tenê çavdêriya faks û axaftinên telefonan tê kirin.

Ji ber eşkerebûna vê skandala îstixbaratî, Lêjneya Lêkolînê ya Parlementoya Almanyayê jî ketiye dewreyê û di vî warî de hesab ji berpirsên îstixbarata almanî BND dipirse.

Îhtimal heye ku di aliyê siyasî de jî ev skandala îstixbaratî bandorê li hikûmeta serokwezîra Almanyayê Angela Merkel bike. Di vî warî de wezîrê navxwe yê Almanyayê Thomas de Maizière di fokûsa rexneyê de ye û berpirsyar tê dîtin.

Di wan salên ku NSA bi rêya BND di hewla komkirina zanyariyan de bû, Thomas de Maizière rêvebirê Daîreya Serokwezîriyê bû û berpirsyariya çavdêriya karê îstixbaratî di stûyê daîreya wî de bû.