Koçberê Sûrî Reyyan Şibil bû şaredarê bajarokekî Almanyayê

07-04-2023
Loloxan
Koçberê Sûrî Reyyan Şibil bû şaredarê bajarokekî Almanyayê
Koçberê Sûrî Reyyan Şibil bû şaredarê bajarokekî Almanyayê
Nîşan Almanya Koçberên Sûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmareke welatiyên Sûriyê ji ber şerê navxweyî neçarî koçberiyê bûn û gelek ji wan berê xwe dan Almanya. Yek ji wan koçberan Reyyan El-Şibil e ku ji parêzgeha Siwêda ya Sûriyê ye û di sala 2015an de koçberî Almanya bûye. El-Şibil 29 salî ye di hilbijartinên şaredariyan de %55 dengên bajarokê Ostelsheimê yê Almanyatê bi dest xwe ve anîn û bû şaredarê wir.

Almanyayê dibêje 800 hezar penaberên Sûrî li wî welatî hatine bicîkirin û ji wan 19 hezaran welatîname wergirtine.

Reyyan el-Şibil koçberê Sûrî yê 29 salî xelkê parêzgeha Siweyda ya Sûriyê roja 2ê Nîsana 2023an bû Şaredarê bajarokê Ostelsheim ê Almanyayê.

Şaredarê bajarokê Ostelsheimê Almanyayê Reyyan el-Şibil got, “Bi her awayî ez bilez tevdigerim, ez di bin guşara mewida dawî de me, tu dikarî bibêje bi zor kefteleftê dikim. Jêrxan, xizmetguzariyên bingehîn û saziyên xwecihî, ev pirs pêwîstiya wan bi çareseriyeke zêde bilez heye.”

Reyyan di hilbijartinên şaredariya bajarokê Ostelsheim de ji sedî 55ê dengên xelkê bajarok bidest xistin, xelkê bajarok jê razî ne.

Nîşteciya bajarokê Ostelsheim anî ziman, “Bi baweriya min tiştekî zêde baş e, yên wek vî kesî divê derfet bi wan bê dayîn, ne tenê Almanyayê.”

Reyyan di Mijdara 2015an de dema 21 salî bû ji Siweyda, Libnan, Tirkiye û bi rêya belemekê ji girava Lesbosa Yûnanî gehişt Balkanê û piştre xwe ginand Almanyayê, kar û xebatrên meydanî yên zêde pêwîst kirin heta welatînameya Almanî bidest xist.

Şaredarê bajarokê Ostelsheimê Almanyayê Reyyan el-Şibil got, “Geşta metrsîdar bi belemê tişta herî ecêb bû di serkêşiya min de, lewra di wateya xwe de suprayzek bû, bê guman zêde dilşad im dema bi dawî bû.”

Li gor amarên hikûmeta Almanyayê nêzîka 800 hezar Sûrî li wî welatî hene, ji wan 16 hezar û 500 xwendekar li nav zanîngehên Almanyayê dixwînin,19 hezaran jî welatîname bidest xistine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst