Li Konseya Ewropayê derbarê Tirkiyê de 480 doz hene

07-04-2023
RÛDAW
Nîşan Konseya Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapora Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ragihand, li Komîteyê 480 dozên li dijî Tirkiyê hene, ku heta niha biryar li ser nehatine dayîn.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku cîbicîkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dişopîne rapora sala 2022ê eşkere kir. Di raporê de kiryarên li 46 welatên ku endamê Konseya Ewropayê ne cih girtin.

Li gor raporê sala 2022ê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bo lêkolînê 77 dozên derbarê Tirkiyê de ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand. Heta dawiya sala 2022ê bi tevahî dozên li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku derbarê Tirkiyê de bûn gihiştin 480 dosyeyan.

Di raporê de hat ragihandin: “Piraniya dozan derbarê azadiya civîn û raderbirînê, serbixweyiya darazê, bêhincet desteserkirin, lêpirsînên bê bandor, ceza nedan û tundûtûjiya malbatî ne.”

Sala 2022ê di nav dozên li Konseya Ewropayê de doza Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş û karsaz Osman Kavala jî hebûn. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, 2ê Sibatê 2022ê ji ber biryara Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê cîbicî nekiriye derbarê Tirkiyê de “pêvajoya binpêkirinê” dabû destpêkirin.

Sala 2022ê ji aliyê Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê herî zêde derbarê Rûsyayê de doz bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hatine şandin. Rûsya bi 413 dozan yekem e, Ukrayna bi 145 dozan duyem e, Romanya bi 137 dozan sêyem e, Sirbiya bi 78 doza çarem û Tirkiye bi 77 dozan pêncem e.

Di hejmara dozên li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de Tirkiye bi 480 dozan di rêza çaremîn de ye. Bi giştî Rûsya bi 2 hezar û 352 dozan di rêza yekem de ye, Ukrayna bi 716 dozan di rêza duyem de ye, Romanya bi 509 dozan di rêza sêyem de ye, Tirkiye bi 480 dozan di rêza çarem û Azerbaycan bi 285 dozan di rêza pêncem de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst