Li derdora Kyivê paşmayên şer tên paqijkirin

07-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Piştî vekişîna hêzên Rûsyayê ji derdora Kyivê û kontrolkirina wan navçeyan ji aliyê Artêşa Ukraynayê ve, niha tîmên taybet derdora paytext ko paşmayên şer paqij dikin.

Li gundê Andriivka li derdora Kyivê ku 60 kîlometran ji rojavayê paytexta  Ukraynayê ve dûr e, hêzên Rûsyayê ji vir vekşiyane, tank û zirêşpoşên xwe yên ku hatine jinavbirin li dû xwe hiştine.

Tîmên paqijkirina mînan, bombe û teqemeniya ku hêzên Rûsî li dû xwe hiştine radikin.

Dmitr,Leşkerekî Ukraynî dibêje, “Tîma rakirina mînan li vir kar dikin, gelek bombe li vî alî hene, em hinekî li wir geriyan û me nîşan danîn  ber wan. Jibo sivîlan metisî heye ku bên vir.”

Xelkê vî gundi ku hejmara wan berî êrîşa hêzên Rûsî 600 kes bû,derbider bûne, tevî ku şer li vir nemaye lê ji ber hebûna van bombe û topan ew nikarin veger in.

- Dmitr, Leşkerîî Ukraynî dibêje, “Bi kêmanî mehek divê heta mîn bên paqijkirin, heta meha bê em naxwazin xelk vegerin.”

Despêka vê mehê Rûsya hemû hêzên xwe ji navçeyên derdora Kyivê vekşandin, hikûmeta Ukraynayê hêzên Rûsuys tohmetbar dike ku wan hejmarek ji kesên sivîl li wan navçeyan kuştine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst