Wezareta Derve ya Amerîkayê pêşniyar kir F-16 bo Tirkiyê bên firotin

07-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Amerîkayê, ji Kongresa Amerîkayê re pêşniyaz kir ku firokeyên F-16 bo Tirkiyê bên firotin û ragihand ku “Tirkiyê ji ber kirîna sîstema berevaniyê ya S-400 berdêla pêwîst daye.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê, ji Kongresa welatê xwe re nameyek şand û got, “Firotina firokeyên şer ên F-16 bo Tirkiyê, dê bo berjewendiyên Amerîkayê û ewlekariya neteweyî bigunce û di heman demê de bo dema dirêj ji yekitiya NATOyê re xizmetê bike.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê di nameyê de dibêje: “Rêveberiya Biden, wiha bawer dike peywendiyên bazirganiya berevaniyê ligel Tirkiyê, ji bo ewlekariya neteweyî ya Amerîkayê, bo berjewendiyên aborî û bazirganî û bo yekitî û berjewendiyên hevpeymaniya NATOyê pêwîst in. Peywendiyên Tirkiye û Amerîkayê aloz in, lê Tirkiyê bi rêya ji derxistina bernameya firokeyên F-35 berdêla pêwîst da.”

Di nameyê de tê pêşniyazkirin ku firokeyên F-16 bo Tirkiyê bên firotin û ji bo vê pêwîstî bi erêkirina Kongresê heye. Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha got: “Piştgiriya Tirkiyê bo Ukraynayê û peywendiyên wê yên berevaniyê, li herêmê rêgiriyeke girîng li tevgerên xirab dike.”

Tirkiyê, meha Cotmeha 2021ê ji bo kirîna 40 firokeyên F-16 û nûjenkirina 80 firokeyên F-16 serî li Amerîkayê dabû. Lê Amerîkayê ji ber kirîna sîstema berevaniyê ya S-400 ji Rûsyayê, bersiva daxwazên Tirkiyê nedabû.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, 10ê Adara 2022ê di peywendiyeke telefonî de ji Serokê Amerîkayê Joe Biden daxwaz kiribû ku cezayên li ser pîşesaziya berevaniyê ya Tirkiyê bên rakirin û daxwaza kirîna F-16an a Tirkiyê bê qebûlkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst