Navenda Nûçeyan – Artêşa Amerîkayê 59 mûşekên Tomahewk avêtin balafirgehekî Sûriyê û li gorî zanyariyan 6 leşkerên Artêşa Sûriyê hatine kuştin ku yek ji wan payebilind e. Wezareta Berevaniya Amerîkayê jî ragihand, ku ew mûşek gihîştine armancên xwe.
Weke karvedaneke li hemberî kîmyabarana li bajarokê Xan Şêxûn a Idlibê, Artêşa Amerîkayê 59 mûşek ji keştiyên Derya Spî avêtin binkeyekî esmanî ya Sûriyê ya li bajarê Himsê.
Li gorî zanyariyên mûxalefeta Sûriyê, di encama wê êrîşê de 14 balafirên sîxo yên Sûriyê hatine jinavbirin û herwiha 6 leşkerên Artêşa Sûriyê hatine kuştin ku yek ji wan payebilind bûye.
Berdevkê Pentagonê Jeff Davîs jî ragihand, ku di êrîşê de balafir û enbarekî çekan, her wiha enbarên amûrên balafirên şer ên Sûriyê bûye armanca mûşekên Amerîkayê. Davîs got ku di heman demê de sîstema berevanî û radarê ya li wê balafirxaneyê jî hatiye jinavbirin.
Berdevkê Pentagonê ragihand, ku aşkere ye Esed li Xan Şêxûnê gaza Sarîn bikaranî ye û êrîşa wan jî weke bersiva wê kîmyabaranê bûye.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tilerson jî diyar kir, ku ne di warê dem û ne jî awayê êrîşê de bi ti awayî hikûmeta Rûsyayê û Serokê wî welatî Wlademîr Pûtîn nehatiye agahdarkirin.
Medyaya fermî ya hikûmeta Sûriyê ragihandin ku ew êrîşa hêzên Amerîkî ya ku serê sibeha îro destpê kiriye, li dijî binkeyên leşkerî yên Şeîratê bûne ku dikeve nêzîkî bajarê Himsê û di encama wê êrîşê de ziyan gihîştiye hêzên wan û her wiha hejmareke kesên sivîl jî bûne qurbanî.
Lê berpirsên Amerîkî ragihandin ku ew êrîş bi awayekî pir zirav hatiye encamdan û ti zirarek negihîştiye derdora balafirgeha leşkerî ya Sûriyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse