Çîn: Krîza mirovî ya li Xezeyê şerma şaristaniyê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Çînê Vang Yi derbarê krîza mirovî ya li Xezeyê got, “Di sedsala 21emîn de astengnekirina vê krîza însanî trajediya mirovahiyê û şerma şaristaniyê ye."

Wezîrê Karên Derve yê Çînê Vang Yi li Pekînê di civîna çapemeniyê ya bi sernavê "Polîtîkaya Derve û Têkiliyên Derve yên Çînê" de axivî.

Ev civîn di çarçoveya lijneya giştî ya salane ya Kongreya Neteweyî ya Gel a Çînê de hat lidarxistin.

Vang Yi bal kişand ser êrişên li Xezeyê got:

"Di sedsala 21emîn de astengnekirina vê krîza însanî trajediya mirovahiyê û şerma şaristaniyê ye.

Ti tiştekî ku karibe dema vê pevçûnê dirêj bike û kuştina gelê sivîl meşrû bike tune."

“Mafê xelkê Xezeyê jî heye ku li vê dinyayê bijî”

Vang Yi herwiha diyar kir ku divê civaka navneteweyî ji bo agirbesta lezgîn tevbigere û ewlehiya alîkariyên mirovî wekî erkeke exlaqî biparêze û wiha dewam kir:

"Mafê xelkê Xezeyê jî heye ku li vê dinyayê bijî.

Jin û zarok layîq in ku bi malbatên xwe re di nav ewlehiyê de bin.

Divê hemû dîl bên berdan. Hemû tevgerên zirerê didin sivîlan divê bên rawestandin."