UN: Sûriy li gel Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî hevahengiyê nake

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya Netewên Yekbûyî (OPCW) ragihand ku Hikûmeta Sûriyê li gel Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî hevahengiyê nake.

Careke din dosyeya çekên kîmyayî ya Sûriyê li Civata Ewlekariyê ya Navdewletî ketiye rojevê.

Nûnera Karûbarên Nehiştina Çekên Kîmyewî-OPCW Izumi Nakamitsu dibêje "Kar û xebatên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (DAT) ligel hikûmeta Sûriyê ne serkeftî ne, ji ber ew kêmasî û cudabûnên ku hatine destnîşankirin bê çareserî mane. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî wiha dibîne ku ew daxuyaniya ji aliyê Sûriyê ve hatiye pêşkêşkirin li gor rêkeftina çekên kîmyayî ne di cihê xwe de ye û ne temam e û hê jî şanda şopandina rastiyan li ser karê xwe berdewam e."

Hikûmeta Sûriyê jî berdewam dibêje, dosyeya çekên kîmyayî ya Sûriyê ji aliyê welatên Rojava ve ketiye warê bazara siyasî.

Nûnerê daimî yê Sûriyê li UN Bessam Sebbax got "Piştguhkirina hevkariya avaker û berhemdar û asankariyên Komîteya Niştîmanî ya Sûriyê di salên borî de bo tîmên  Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî û berdewambûna çend welatan di kampanyayên gumankirina dijî daxuyaniya Sûriyê de ku dibêjin Sûriyê pêbendbûnên xwe cîbichî nekirine, ev wê yekê bi zelalî nîşan dide ku siyaset di vê mijarê serdest bûye."

27ê Çileya 2023an, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî ser bi Neteweyên Yekbûyî tekez kir ku di 7ê Nîsana 2018an de helîkoptereke Sûriyê du butlên gaza klorîn avêtine ser bajarê Dûma li Xoteya rojhilatê Şamê û di encam de 43 kesan canê xwe ji dest dane, herwiha tekez dike ku hikûmeta Sûriyê di şerê navxwe de 50 caran çekên kîmyayî bikar anîne.