Donbas; jiyana di nav tirs, wêrankarî û windakirinê de

Donetsk (Rûdaw) - Ji Biryargeha Hêzên Berevaniya Donetskê hat ragihandin ku 6ê Adarê 12 top û 2 mûşek ketine taxên cuda yên bajarê Donetskê û di encamê de jinek birîndar bûye û çend xanî herifîne.

Tevî ku şerê dijwar û xwînavî tenê 50 km li dûrî Donetskê diçe, li kolanên bajêr aramiyeke diyar heye. Lê ew aramî tenê zahîrî ye. Lewre, di heyama herî kêm 8 salên dawî de dengê top û mûşekan êdî bûye beşek ji jiyana vî bajarî.

Hêviya ji bo aştiyê

Margarîta Susanîna, ofîs menejer, şêniya bajarê Donetskê, dibêje, “Berî 8 salan dema ku şer destpê kir, ez 15 salî bûm û diçûm dibistanê. Ev 8 sal di jiyana min de her tim weke salên tije bi tirs, wêrankarî û windakirina dost û hevalan bimînin. Vaye şer dîsa destpê kiriye. Hêviya min ew e ku di demeke zû de ev şer bigihêje encamekî erênî û aştî were erdê me.”

Di nav bajêr de ne qerebalixa şêniyan, ne jî herikîneke berbiçav ya trafîkê diyar e. Wesayîtên veguhastinê yên şaredariyê bi navbereke gelekî dirêj tên û diçin. Ji xwe taksî yekcar tune ne.

Koça ji Donbasê

Li gorî zanyaraiyên fermî, ji destpêka operasyona taybet a Rûsyayê li Ukraynayê, zêdetir ji 165 hezar kes ji Donbasê koçî Rûsyayê kiriye, ku nêzî 40 hezar ji wan zarok in.

Tatyana Yuryevna, darayîzan, şêniya bajarê Donetskê, dibêje, “Bajarê me lêkdanên gelek dijwar dîtine, gelek xanî wêran bûne, gelek kes mirine û gelek kes birîndar bûne. Ji bo me hemûyan ew 8 sal, ta roja îro kareset e. Em dixwazin di demekî zû de ev şer bidawî bê, aştî were û zilamên me vegerin malê.”

`Rûsya Ukraynayê dagir nake`

Jêderên fermî yên hêzên Bervaniya Donetskê ragihandin ku roja dawî yekîneyên wan, bi piştgiriya artêşa Rûsyayê 7 navçe ji bin kontrola artêşa Ukraynayê derxistine û bajarê Marîûpol û navçeya Volnavaxê bi tevayî dorpêç kirine.

Valeriy Xarlamov, firoşger, dibêje, “Rûsya Ukraynayê dagir nake, wê ji webaya nazîzmê rizgar dike. Herî kêm ji nîvê zêdetir ê şêniyên wî welatî dixwazin bi me re bi cîrantî di nav aştiyê de bijîn. Lê tenê divê ew nazî bêne paqijkirin û pêwîstiya bi tu gotûbêjan bi wan re, ez nabînim.”

Komarên Gel ên Donetsk û Luhanskê

Komarên Gel ên Donetsk û Luhanskê ku bi navê Donbas tên naskirin, sala 2014 serxwebûna xwe ji Ukraynayê ragihandin.

Ukraynayê artêşa xwe yekser ajot ser wan û nîvê zêdetir yê Donbasê kontrol kir. Agirbesta 8 salî negihîşt çareseriya siyasî û 21 Sibata îsal Rûsya serxwebûna her du komaran nas kir û artêşa xwe derbasî nav erdê Ukraynayê kir. Vê gavê paytext Kiyev jî di nav de, piraniya bajarên mezin ên Ukraynayê di dorpêçê de ne û şer bi dijwarî berdewam e.