Quran şewitandibû: Swêd dê Selwan Momîka dersînor bike

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Koçberiyê ya Swêdê biryar da, piştî ku vîzeya rûniştinê ya Selwan Momîka qediya wî dersînor bikin.

Radyoya dewletê ya Swêdê (SR) ragihand ku Dadgeha Koçberiyê biryara dersînorkirinê ya ku Daîreya Koçê ya Selwan Momîkayê ku Quran şewitandibû qebûl kiriye.

Dadgehê ragihand ku Momîka di serlêdana destûra rûniştinê de agahiyên nerast dane û ji ber vê yekê biryara dersînorkirina wî hatiye dayîn.

Daîreya Koçê Çiriya Pêşîna 2023yan ragihandibû ku heta 16ê Nîsana 2024an destûra kar û rûniştinê ya Momîka heye û piştî wê dîrokê dê were dersînorkirin.

Momîka îtirazî biryarê kiribû û dosya biribû Dadgeha Koçê.

Şewitandina Quranê

Selwan Momîka 28ê Hezîrana 2023yan ku roja yekem a Cejna Qurbanê bû li ber Mizgefta Stockholmê, di bin parastina polîsan de Quran şewitand.

Momîka 20ê Tîrmehê li Stockholmê li ber Balyozxaneya Îraqê û 14 û 31ê Tîrmehê jî li ber Parlamentoya Swêdê di bin parastina polîsan de Quran û alaya Îraqê xistibû bin lingên xwe.

Momîka 24ê Tebaxê dîsa li ber Mizgefta Stockholmê Quran şewitandibû.

3ê Îlonê jî li bajarê Malmoyê Momîka di bin parastina polîsan de Quran şewitand 15 kesên ku hewl dabûn pêşî lê bigirin hatibûn desteserkirin.

Momîka herî dawî 21ê Çiriya Pêşîna 2023yan li navenda Stockholmê mîtînga piştgiriyê ya ji bo Îsraîlê li dar xistibû û Quran û alaya Filistînê şewitandibûn.