Pentagonê bi rêya Rûdawê peyamek da grûpên çekdar: Em dê hesab bipirsin

07-02-2024
Nîşan Sabrina Singh Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Berxwedana Îslamî ya Îraqê Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkara Berdevkê Pentagonê Sabrina Singhê got, “Em dizanin kîjan grûp li pişt wan êrişan in ku hêzên me dikin hedef, em dê hesab ji wan bipirsin.”

Alîkara Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Sabrina Singh, li ser êrişên ku hêzên wan ên li Îraq û Sûriyeyê dikin hedef ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Sabrina Singhê li ser pirsa Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde ya di heqê êrişan de got, “Em dizanin ku grûpên wekî Lîwayên Hizbulahê li pişt van êrişan in.”

Diyar Kurde bi bîr xist, wan grûpan ragihandibû ku dê êrişên xwe rawestînin û pirsî, “Gelo êrişên wan rawestiyan?”

“Em dê hesab bipirsin”

Sabrina Singhê pirsa Diyar Kurde bi vî awayî bersivand:

“Me di maweyê borî de dît ku çend caran êrişî hêzên Amerîkayê yên li Sûriyeyê hatiye kirin.

Ez zêdetir behsa hûrgiliyên van êrişan nakim.

Em dizanin ku destê wan grûpan, bi taybetî jî destê Lîwayên Hizbulahê di êrişa li Urdunê ya ku hêzên me bûn hedef de hebû.

Em dê hesab ji wan grûpan bipirsin.”

Çi bûbû?

7ê Çiriya Pêşîna 2023yan şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kiribû ku niha li navenda Xezeyê didome.

Li gorî Pentagonê, grûpên nêzîkî Îranê yên ku navê Berxwedana Îslamî ya Îraqê li xwe dikin, ji 17ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve herî kêm 170 carî êrişî hêzên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê kiriye.

Li gorî daxuyaniyên Berxwedana Îslamî ya Îraqê, ev grûp êrişên xwe bi armanca “tolhildana Xezeyê” encam didin.

Amerîka jî hinek caran bersîvê dide van êrişan û grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê dike hedef.

28ê Kanûna Paşîn a 2024an jî li Urdunê di êrişeke bi dronan de sê leşkerên Amerîkayê hatibûn kuştin û 41 leşkerên wê jî birîndar bûbûn.

Amerîkayê jî wekî bersivdayînekê 2yê vê mehê êrişî grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê yên li Îraq û Sûriyeyê kiribû.

Çavkaniyên xwecihî wê demê ragihandibû ku di van êrişên Amerîkayê de tenê li Sûriyeyê 23 çekdarên alîgirên Îranê hatine kuştin.

Îraqê jî dabû zanîn ku 16 çekdarên Heşdî Şebiyê hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst