Welatên cîhanê ji bo alîkariya mexdûrên erdheja Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ketin nava liv û tevgerê

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî erdhejeke bihêz ku bi giştî zêdetirî 6 hezar û 200 kesan canê xwe ji dest dabûn, welatên cîhanê tîmên hawarçûnê û alîkariyê dişînin Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê û Tirkiyê.

Li gorî amarên dawî yên Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê, li bajarên Bakurê Kurdistanê heta demjimêr 22.00an 3 hezar û 218 kesan, li parêzgehên Hatay, Edene û Osmaniyeyê jî 2 hezar û 316 kesan canê xwe ji dest dane.

Yekîtiya Ewropayê

Yekîtiya Ewropayê ji bo alîkariya Tirkiyê ji 19 welatan 27 ekîbên lêgerîn, rizgarkirin û tenduristiyê şandin. Tîm ji hezar û 150 karmend û 70 kûçikan pêk tê.

Yekîtîya Ewropayê dibêje, ew dê alîkariya darayî jî bide rêxistinên mirovî yên ku li Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê li cenazeyan digerin û mirovan ji bin kavilan derdixin. Yekîtîya Ewropayê her wiha av, tiştên paqijiyê û betanî dide mexdûran.

Amerîka

Serokê Amerîkayê Joe Biden dibêje, tîmên welatê wî dê bilez bên şandin “ji bo ku dest bi alîkariya xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên Tirkîyê bikin.”

Berdevkê Encûmena Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê John Kerby got, Amerîka dê du tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ku her yekê 79 kesan pêk tê bişîne. Pentagon û Ajansa Geşepêdana Navdewletî ya Amerîkî jî bi hevkarên xwe yên Tirkiyê re li ser xetê ne.

Çîn

Hikûmeta Çînê ragihand ku tîmên wan ji roja Sêşemê ve li Tirkiyê dest bi xebatê kirine û ligel ekîbên hawarçûnê û bijîşkî dê bi nirxê 5,9 milyon dolar alîkariyê bişînin wî welatî.

Cîgirê Rêveberê Ajansa Hevahengiya Pêşkeftina Navdewletî ya Çînê Deng Boqing, ji medyaya xwecihî re got ku Pekîn dê "alîkariyên bilez" bişîne Sûriyê lê diyar nekir ku dê çiqasî bişîne.

Brîtanya

Wezîrê Derve yê Brîtanya James Cleverley jî got, welatê wî dê tîmeke ji 76 pisporên lêgerîn û rizgarkirinê, ligel amûr û kûçikên lêgerînê bişîne Tirkiyê.

Brîtanya dê tîmeke bilez a bijîşkî bişîne da ku rewşê binirxîne.

Rûsya

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di du peywendiyên telefonî yên cuda de ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed, soz da ku tîmên xwe bişîne ji bo xebatên alîkariyê.

Wezareta Berevaniyê yê Rûsyayê jî got 300 leşker û endamên artêşê yên ku li Sûriyê hatine bicihkirin, alîkariya derxistina Sûriyê ji bin kavilan dikin.

Neteweyên Yekbûyî

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres got, “Tîmên me li wir in û pêwîstiyan dinirxînin û alîkariyê pêşkêş dikin. Em xwe dispêrin civaka navdewletî ji bo alîkariya bi hezaran malbatên ku ji karesatê bandor bûne.”

Neteweyên Yekbûyî 25 milyon dolar ji bo xebatên mirovî yên li Tirkiye û Sûriyê terxan kiriye.

Hindistan

Wezareta Derve ya Hindistanê ragihand, du tîmên Hêza Bersiva Afatê ya Neteweyî ya Hindistanê (NDRF) ku ji 100 endaman pêk tê û bi kûçikên lêgerînê dê bi alavên pêwîst ji bo deverên ku zirar gihîştinê werin şandin.

Her wiha hejmarek bijîşk û hemşîre jî bi dermanên pêwîst ji bo şandina Sûriyê û Tirkiyê amade ne.

Almanya

Wezîra Navxwe yê Almanyayê Nancy Fizer got, “Çi alîkariyê ji destê me were em ê bişînin Tirkiyê.”

Ukrayna

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got ku welatê wî "amade ye ku alîkariya pêwîst pêşkêşî Tirkiyê bike da ku ji encamên karesatê ji ser xwe bavêjin."

Kyiv îro Sêşemê got ew ê tîmeke rizgarkirinê ya ji dehan karmendan bişîne Tirkiyê.

Yunanistan

Serokwezîrê Yunanistanê Kryakos Mitsatokis ku peywendiyên wan li ser çend mijarên sînorî bi Tirkiyê re aloz bûne, amadebûna xwe ji bo karanîna "her hêza berdest" ji bo alîkariya cîranê xwe nîşan da.

Îsraîl

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku ew razî bûye li ser daxwaza şandina alîkariyê ji bo Sûriyê ku Îsraîlê weke welatekî nas nake.

Li gorî Netanyahu wî ev daxwaz bi rêyên dîplomatîk wergirtiye. Berpirsekî Şamê daxwaza alîkariyê red kir. Netanyahu got ku hikûmeta wî dê alîkariyên mirovî bişîne Tirkiyê jî.

Welatên Kendavê

Qeter dibêje, ew ê 120 karmendên alîkariyê, nexweşxaneyeke, alîkariyên mirovî, kon û avê bişîne Tirkiyê.

Li aliyê din Îmarata Erebî jî got ku ew ê bi qasî 13.6 milyon dolar alîkarî ji Sûriyê re bişîne, di nav de tîmeke lêgerîn û rizgarkirinê ligel pêdiviyên alîkariyê.

Îmaratê soza 100 milyon dolarî ji bo mexdûrên erdheja li Sûriye û Tirkiyê da.

Îran

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî got ku welatê wî amade ye "alîkarîya bilez ji her du welatên dost re bişîne."

Heyva Sor a Îranê ragihand ku ew ê 6 tîman bişînin her du welatan da ku di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de alîkariyê bikin.

Cezayîr

Cezayîrê tîmeke ji 89 kesan pêk tê û 17 ton kelûpel şandin Tirkiyê. Her wiha 115 ton xwarin, pêdiviyên tenduristiyê û çadir şandin Sûriyê.

Tûnis

Serokomarê Tûnisê Qeys Seîd ferman da ku alîkariyên mirovî ji bo Tirkiye û Sûriyê bişînin, di nav de 15 ton betanî û kelûpelên xwarinê.

Tûnisê biryar da ku tîmeke xwebexşan bişîne Sûriyê.

Japonya

Hikûmeta Japonyayê biryar da ku tîmeke alîkariyê bişîne Tirkiyê.

Norwêc

Norwêcê ragihand ku ji bo alîkariya mexdûrên Tirkiye û Sûriyê dê 13,5 milyon euro bide rêxistinên sivîl û saziyên mirovî.

Îspanya

Du firokeyên Îspanya yên ku 91 xebatkarên rizgarkirinê tê de bûn îro Sêşemê gihiştin Tirkiyê.

Wezareta Derve ya Îspanyayê ragihand ku ew ê nexweşxaneyeke gerok, 70 kesan, 2 keştiyên şer û 2 keştiyên leşkerî ji Tirkiyê re bişîne.

Kanada

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau diyar kir ku ew ê ji bo alîkariya Tirkiye û Sûriyê 10 milyon dolar erzaq, sotemenî û konan bişînin.