Li Parîsê ji bo 3 jinên Kurd ên 10 sal berê hatin kuştin xwepêşandan hat kirin

07-01-2023
RÛDAW
Li Parîsê ji bo bîranîna kuştina sê jinên Kurd û protestokirina bûyera li Parîsê xwepêşandan hat sazkirin
Li Parîsê ji bo bîranîna kuştina sê jinên Kurd û protestokirina bûyera li Parîsê xwepêşandan hat sazkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parîsê ji bo eşkerekirina kujerên hersê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ên ku berî 10 salan li Parîsê hatibûn kuştin xwepêşandanek tê kirin.

Sakine Cansiz ku yek ji damezrênerên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û nûnera wê partiyê ya Ewropayê bû di sala 9ê Çileya 2013ê de li bajarê Parîsê yê Fransayê ligel du hevalên xwe Fidan Dogan û Leyla Şaylemez hatibû kuştin.

Di 10mîn salvegera kuştina hersê jinên Kurd de îro bi hezaran Kurdistanî û welatiyên Fransî meşiyan û xwestin kujerên hersê jinan û herwiha hersê Kurdên ku di hefteyên borî de li Parîsê hatin kuştin bên eşkerekirin.

Peyamnêrê Rûdawê Zinar Şîno ji cihê xwepêşandanê ragihand ku xwepêşader dixwazin ku kujerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ên di 9ê Çileya 2013an de û Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di 23ê Kanûna 2022an de hatin kuştin û hêzên li pişt kujeran eşkere bibe.

Zinar Şîno diyar kir ku Kurdan daxwaz dikin ku belge û encamên lêpirsîna ku dozgeriyê nepenî daniye ser bi raya giştî re were parvekirin.

Xwepêşandanê li Kolana Luccî ya ku di sala 2013an de 3 jin lê hatin kuştin dest pê kir. Piştî ku xwepêşander gihîştin qa Qada République (Komar) mitîng hate lidarxistin. Siyasetmedar, akademîsyen û kesayetên nas wê di mîtîngê de peyamên xwe bidin.

Şaredara Herêma 10mîn  a Parîsê Alexandra Condebard û rêveberên şaredariyê, dostên Kurdan ên li Fransayê, parlamenter û Kurdistaniyên ji welatên cuda yên Ewropayê beşdarî mîtîngê dibin.

 

 

Êrişa çekdarî

Sakine Cansiz yek ji damezrênerên PKKê ye û roja 9ê Çileya 2013an di êrîşeke çekdarî de ligel du hevalên xwe yên din bi navên Fidan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê hatin qetilkirin.

Piştî êrîşê polîsê Fransayê kesek bi navê Omer Guney bi tohmeta qetilkirina hersê jinên çalakvan ên Kurd desteser kirin.

Di 17ê Kanûna 2016an de, du roj berî dadgehkirinê, berpirsên Fransayê ragihandin ku Omer Guney di zîndanê de miriye. Terorkirina wan hersê jinên siyasetmedar bû sedema nerazîbûnan.

Serokkomarê Berê yê Fransayê Fransua Olland ragihandibû ku ew wek balyozekê ligel Sakine Cansiz tevgeriyane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst