Şaredara Herêma 10 a Parîsê: Lêkolîna derbarê kuştina hersê jinên Kurd de jî berdewam e

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Şaredariya Herêma Dehan a Parîsê Alexandra Cordebard ragihand ku lêkolîna li ser kuştina hersê kesên di êrîşa Parîsî de berdewan e û diyar kir ku ew lêkolînan di derbarê kuştina her sê jinên Kurd de jî dikin ku beriya 10 salan li Parîsê hatibûn kuştin.

Seroka Şaredariya Herêma Dehan a Parîsê Alexandra Cordebard diyar kir ku ew lêkolînan di derbarê kuştina her sê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şeylemez de jî dikin ku beriya 10 salan li Parîsê hatibûn û bi heman rengî lêkolîna li ser kuştina her sê kesên di êrîşa dawî de jî berdewan e.

Alexandra Cordebard got: “Destpêkê, ez dixwazim ji hemû Kurdên ku li vir dijîn û li Kurdistanê dijîn bêjim ku ev êrîşa li vir li Parîsê berî çend rojan hat kirin em hemû gelekî xemgîn kirin. Ne tenê Kurd rastî vê êrîşê hatin, lê em hemû rastî êrîşê hatin.

Cordebard diyar kir ku 10 sal di ser kuştina sê jinên Kurd li Parîsê derbas bûn û got: “Tenê çend rojan mane ji salvegera kuştina 3 xebatkarên Kurd re ku  li heman taxê bû. Ez dixwazim hevxemiya xwe û xemgîniya xwe nîşan bidim, lê her wiha jî tûrebûna xwe nîşan bidim. Tûrebûna xwe ji ber ku ez dibînim Kurd li vir li Parîsê ne parastî ne. Tûrebûna xwe ji ber ku piştî 10 salan heta niha ev tawan zelal nebûye û dadweriya Fransî negihiştiye encamê.  Ez dixwazim bêjim ku em bi îrade ne û rijd in ku dadweriya Fransî karê xwe bike da ku em bigihêjin rastî û dadmediyê derbarê kuştina ku berî 10 salan hatibû kirin û derbarê vê trajediya tirsdar ku roja 23ê kanûna borî de hatibû encamdan.”