Serokê Kazaxistanê ferman da hêzên emnî

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Rûsya derbasî Kazaxistanê bûn û tundiya li dijî xwepêşandêran berdewam e. Serokê Kazakistanê jî ferman da hêzên emnî ku bêyî hişyarkirin teqe li xwepêşanderan bikin.

Li Kazakistanê ev çend roj e xwepêşandanên berfireh li dijî desthilatê birêve diçin û hêzên Rûsya li ser daxwaza Serokê Kazakistanê Kasim Comert Tokayev nêzî 2500 leşker derbasî wî welatî kirin.

Li gorî agahiyan di encama rûbrûbûna di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşandêran de hejmareke xwepêşandêran hatine kuştin. Li Nur Sultana paytexta wî welatî jî li gelek deveran agir li nava kolan û avahiyên hikûmetê hatine pêxistin.

 

 

Tokayêv jî bêyî ku belgeyekê nîşan bide xwepêşandêr bi terorîstan bi nav kirin û got ku ew li derve hatine perwerdekirin û eşkere kir ku wî ferman daye, bêyî hişyarkirinê teqe li xwepêşanderan bê kirin.

Herwiha ji bo rê li pêşiya xwepêşandanan bigire banga alîkariyê ji Rêxistina Hevpeyaman Ewlehiya Komî ya bi Werokatiya Rûsiyayê kir.

Wezîrê Navxwe yê Kazaxistanê Yerlan Turgumbayev jî eşkere kir ku heta niha 2298 xwepêşandêr hatine girtin.

 

 

Neteweyên Yekbûyî jî bang li hemû aliyan kir ku xwe rabigirin û ji tundiyê dûr bikevin. Wezîrê Derve yê Amerîka jî got ku ew rewşa Kazaxistanê ji nêzîk ve dişopînin

Li Kazaxistanê ji ber bilindkirina nirxê gaza otobombîlan ev çend roj in xwepêşandan birêve diçin û roj bi roj berfirehtir dibin.