Li Almanya erebekî sûrî bi kêrê êrişî malbateke Kurd kir
Almanya (Rûdaw) – Li Almanyayê erebek bi kêrê êrişî malbateke Kurd dike û li zilam û jineke Kurd dixe û wan herduyan birîndar dike.
Bûyer duh Şemî 6ê Çileya 2018ê li gundekê ser bi bajarê Bilferd ê Almanyayê çê bûye. Bi gotina endamekî wê malbata Kurd, kesê ku êrişî malbata wan kiriye, kesekî Ereb e û xelkê Sûriyê ye.
Kesên ku rastî êrişê hatine, Selman Ehmed Îsmaîl û hevjîma wî Hediye Osman in û pênc zarokên wan hene. Ew malbat ji Kurdên Êzidî ne û çendîn sal e ku weke penbar li Almanyayê dijî.
Endamên Malbata Kurd dibêjin, wî kesî pêştir gef li wan xwariye ê vê carê bi êrişkirinê gefa xwe aniye cih.
Selman Ehmed zilamê serpireştê wê malbata Kurd e û heyama çend salan dibe ku li gundekî Almanyayê dijî. Selman Ehmed ji Rûdawê re behsa bûyerê dike û dibêje: Erebekî Sûrî bi navê Ebdullah êriş kire ser min û hevjîna min û bi kêrê li min xist û piştre bi boksan êrişî ser hevjîna min kir û em her du birîndar kirin.
Wî welatiyê Kurdê Êzidî herwiha derbarê sedemên bûyerê de got: Kesê ku êrişî ser me kir, cîranê me ye û çend carên din jî gef li me xwaribû, vê carê ku êrişî me kir û em birîndar kirin, ti sedemek nîne, tenê kerbê wî li me vedive û ji wî re nexweş e ku em Kurd in.
Xizmekî wê malbata Kurdên Êzidî ku navê xwe aşkere nekir, ji Rûdawê re diyar kir, ew ji bajarekê din ve û bo serdanê hatine mala wî xizmê xwe, ku ev bûyer çê bû û polîs jî ew kes desteser kiriye, ku êrişî ser malbatê kir.